Şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyeke ya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin, 6 dagiker jî birîndar bûn. Her wiha serçeteyê bi navê Ebû Ahmed ku yek ji çavkaniyên sereke yê medya Tirk bû, li Efrînê hate kuştin.

Çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên navenda Efrînê hate girtin, şervanên YPG/YPJ’ê pêr sibê li navenda Efrînê li taxa Kevin a Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de 2 jê leşkerên Tirk 6 çete hatin kuştin, 6 dagirker jî birîndar bûne.

Li gel dewleta Tirk li Efrînê şer kir

Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê hatî girtin, Ebû Ahmed ku tevlî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bû û yek ji sûcdarên şer ê li Efrînê ye, di encama çalakiyekê de hate kuştin. Çavkaniyên YPG’ê hê li ser mijarê daxuyaniyek nedane.

Ji Lazkiyê hatibû Efrînê

Ebû Ahmed beriya niha bi du salan, li bejahiya Lazkiyeyê yek ji fermandarên qada 1’emîn Tumena Peravê ya ser bi dewleta Tirk bû. Vî berdevkê AKP’ê Kanûna 2016’an daxuyaniyek dabû AA’yê, gef li Rûsyayê û rejîma Sûriyeyê xwaribû û gotibû, “Em ê mal û gundên xwe bistînin.” Serçete Ebû Ahmed got, “Êrîşên hewayî şêweyê jiyana me guherand. Em neçar in niha beşeke zêde ya roja xwe di binê erdê derbas bikin. Em di nava heriyê de dijîn.”

EFRÎN