Li navenda Efrînê, li ber avahiya ‘polîsên eskerî’ yên çeteyên dewleta Tirk lê bûn, motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Ji ber teqînê 5 kes birîndar bûn. Her wiha ji ber şerê di nav xwe de dewleta Tirk beşek ji çeteyên Ehrar Şarqiye şand  Idlibê.

Li taxa Efrîna kevin a li navenda bajarê Efrînê, li nêzî dibistana El Keramayê teqînek pêk hat. Dibistana El Kerama ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve weke ‘navenda polîsên eskerî’ tê bikaranîn. Motorsîkleta bombebarkirî danê sibehê teqiya û ji ber teqînê 5 kes birîndar bûn. Li ser nasnameya birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.

Ji bo tevlî El Nûsra bibin

Çendek berê jî şer li ser çavnebariya her du aliyan a li ser talankirina zeytûnan derketibû. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk pêşniyaz li fermandarên Ehrar Şarqiye kiribû ku bi çekên xwe vekişin Idlibê û ji bo wê dem dabû. Li gorî agahiyên ji herêmê, beşek ji çeteyên Ehrar Şarqiye doh teslîm bûne û beşek ji wan jî bi çekên xwe ber bi Îdlibê ve ji bo tevlî El-Nûsra bibin, hatine şandin. Di şerê pêr de bi dehan çete ji herdu aliyan hatin kuştin.

 

EFRÎN