Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê, niha bi awayekî bi rêkûpêk li herêmê qirrkirineke etnîk bi rê ve dibe û li cih û warên Kurdan di nava 18 rojan de hezar û 139 malbatên çeteyên ji Xûta, Şam, Hums û Helebê bi cih kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê bi lez û bez dest bi guherandina demografiya Efrînê kirin. Tenê ji 5’ê Gulanê û vir ve hezar ji cih û deverên cuda cuda hezar û 139 malbatên çeteyan li navçe û gundên Efrînê hatine bicihkirin.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a  Hawarê (ANHA), ji 5’ê Gulanê û vir ve hezar û 139 malbatên çete yên ji Xûta Rojhilat, Şam û gundên derdorê, Qelemûn, Dîmer Mûedemiya, Babîla, Risten, Telbîse, ji bajarê Hûmsê û gundên derdorê, li herêmên Cindirêsê, Şêrawa û Mabatayê hatin bicihkirin.

Her wiha li gund û herêmên ku artêşa Tirk a dagirker lê bi cih bûye, ketin û derketin hatiye qedexekirin.

Daneyên guherandina demografiya Efrînê ya 18 rojên dawî nîşan dide ku li 13 gundên  Cindirêsê, li 8 gundên Şêrawa û li 10 gundên Mabeta malbatên çeteyan hatine bicihkirin.

Çûnhatina hin gundan qedexe ye

Li herêma Cindirêsê li van gundên li jêr çete û malbatên wan hatine bicihkirin:

1-Telef: Herêma eskerî ye, li xelkê sivîl qedexe ye.

2-Kefer Zeyt: Hejmara malan 150 e, 4 malbatên ji Xûtayê hatin bichikirin.

3-Kanî Gewrik: Herêma eskerî ya dewleta Tirk e.

4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35 e, 5 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.

5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xûtaya Rojhilat lê bi cih bûne.

6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.

7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.

9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal in, malbatek ji Xûtayê lê bi cih bûye.

10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Hûmsê lê bi cih bûne.

11-Gundê Dîwan: 25 mal e, 18 malbat ji Humis û Xûtayê bi cih bûne.

12-Gundê Celeme: 930 mal e, ji Xûta 100 malbat û ji Humsê 25 malbat lê bi cih bûne.

13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.

Çeteyên Xutayê tînin gundên Şêrawayê

Li navçeya Şêrawa jî rewş bi vî rengî ye:

1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

2-Gundê Xerzawiya: 400 mal in, 200 malbat ji Xûta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.

3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal in, 50 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xûtayê lê hatinê bicihkirin.

5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xûtayê hatin bi cihkirin.

6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xûta û Nebik lê bi cih bûne.

7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ye, 20 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

126 malbat anîne gundên Mabatayê

Navçeya Mabata jî 126 malbatên çeteyan xaniyên Kurdan dagir kirine. Gund bi gund daneyên dagirkirina çeteyan wiha ne:

1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.

5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.

7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûn.

9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.

10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

ANHA/EFRÎN