NY :Komên çekdar hê jî sivîlan direvînin, îşkence û desteser dikin. Ev jî di nava şer de sûc in û xuya dike ku wê ev sûc bidomin. Dewleta Tirk van kirinan ji nedîtî ve tê û dengê mexdûran nabihîse.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê sûcê şer dikin. Komîsyona Lêkolînkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo 42’yemîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafê Mirovan a NY’î der barê rewşa Efrînê de raporek amade kir. Rapora ku ji 21 rûpelan pêk tê, di encama hevdîtin, dîmen, wêne û analîzkirina dîmenan de hatiye amadekirin. Di raporê de binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin bi berfirehî tên nirxandin. Di raporê de tê destnîşankirin ku binpêkirinên li Efrînê roj bi roj girantir dibin. Di raporê de wekî din îşaret bi van xalan tê kirin: “Îşkence, desteserkirin û derxistina kurdan a ji cih û warê wan bi destê komên çekdar an jî çeteyan didomin. Aqûbeta gelek kesên ku li bendên kontrolê yan jî bi şev ji malên wan hatine revandin hîn nediyar e. Çete ji bo berdana hin mirovên revandine rêjeyeke bilind a pereyan ji malbatên wan dixwazin. Yên ku komên çete rexne dikin an jî weke piştevanên rêveberiya berê tên dîtin bi rêk û pêk îşkence li wan tê kirin an jî tên girtin. Her wiha desteserkirin û derxistina mirovan ji warê wan didome.”

Mal û milkên wan tên desteserkirin

Di raporê de li ser talan û zilma çete li sivîlan dike jî ev xal tên rêz kirin: “Rojane mirov tên revandin. Gelek mirov ji bo careke din mala xwe werbigirin neçar dimînin ku gelek pereyan bidin komên çekdar. Mirovên ku darên wan ên zeytûnê hene ya malên wan tên desteserkirin an jî ji wan mirovan bac tê wergirtin. Gelek mîrateyên çand û dîrokê ji aliyê komên çekdar ve hatine talankirin. Der barê vê mijarê de raporên nû gihiştin ber komîsyona me. Komên çekdar, li devera ku lê ne mafên jinê bi rengekî dijwar ji nedîtî ve tên. Bi zorê dixwazin jin û zarokên keç xwe binixumînin. Her wiha jin û keçên ji nuqteyên kontrolê derbas dibin tacîz dikin.”

Dewleta Tirk çavê xwe digre

Der barê helwesta dewleta Tirk de jî NY’ê di rapora xwe de wiha got: “Rayedarên dewleta Tirk li pêşberî van kiryaran bêdengin û daxwazên mexdûran jinedîtî ve tên. Ji bo kontrolkirina van komên çekdar an jî ji bo pêşîlêgirtina van sûcan, komîsyonê tu hewldaneke dewleta Tirk nedît. Rayedarên Tirk rêxistiniya îdarî, dadgerî û rêvebirinê kontrol dikin, fînanse û koordîne dikin. Dadger û dozgerên li herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hilbijartin û tayînkirin. Karmendên kurd ji kar tên derxistin û li şûna wan ereb tên tayînkirin.”

Rewşa penaberan

Di raporê de hate ragihandin ku ya li Efrînê diqewime di çarçoveya sûcên şer de ye û ev tişt hatin destnîşankirin: “Kiryarên komên çekdar ên li dijî sivîlan weke; revandin, îşkence û desteserkirin nîşan didin ku sûcên şer ên tên kirin wê bidomin.” Di raporê de her wiha rewşa kampên Hol, Roj û Eyn Îsa yên ku bi giştî malbatên DAIŞ’iyan lê dimînin jî tê nirxandin. Di raporê de tê gotin, li kampa Holê pirsgirêkên xwarinê, enfeksiyon û gelek nexweşiyên din ên 70 hezar mirovên li wê deverê hene. Di beşa dawî ya rapora ji 21 rûpelî de ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li xaka Sûriyeyê pêşniyar ji Koalîsyona Navneteweyî, hêzên dagirker, rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tên kirin.

 

CENEVRE