Şervanên YPG’ê li navçeya Şera ya Efrînê çalakiyek li dijî çeteyên Cebhet El Şamiye 2 çete hatin kuştin, 2 jê birîndar bûne. Her wiha Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî ragihand ku li Şera çeteyekî Feyleq El Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl hate kuştin.

Malê gel talan dikir û difirote têciran

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku 5’ê Îlonê çalakiyek kirine. Hat gotin di çalakiyê de koma çete ya bi navê Cebhet El Şamiye bûye hedef, 2 dagirker hatine kuştin û 2 jê birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin yek ji endamên çete yê ku birîndar bûyî, malê gel talan dikir û difirote têciran.

Daxuyaniya YPG´ê bi vî rengî ye: "5`ê Îlonê  hêzên me li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî Cebhet el-Şamiye ku 4 çete tê de bûn û 1 jê berpirsiyarê bazirganê koma çete ya zeytûn, mal û milkên talankirî bû, li gundê Dîkmedaş a girêdayî navçeya Şera çalakiyeke bi bandor pêk anîn.

Di encama çalakiyê de seyare bi giştî hate îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û çeteyê berpirsê bazirganiyê û çeteyek din birîndar bûn. Navên çeteyên ku di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin wiha ne: Hisên Elîto (Til Rifat), Mazin Çawiş (Şam), Emer Kino (Ezaz), Ebdilrehman el-Cadir (Cerablus).ʺ

Sabotaja li dijî Feyleq El Şam: 1 mirî

Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê jî Pêrşemê bi  daxuyaniyekê got endamê çeteya Feyleq El Şamê, ku bi ser dewleta Tirk ve ye, Evdilletîf Ekîl hatiye kuştin.

Di mehekê de 57 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê 3’yê Îlonê bilançoya şera meha Tebaxê ragihand û li gorî vê 7 jê leşkerên Tirk, 2 jê serek çete, bi kêmanî 57 dagirker hatine kuştin.

 

EFRÎN