HRE’yê ragihand ku li navçeya Efrînê Şêrawayê wan takek rûxandiye û 3 eskerên Tirk kuştine.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê çalakiya li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de ku li dijî eskerên Tirk ên dagirker hate kirin, agahî dan.
HRE´yê got, “Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Di 31’ê Tîrmehê de li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hêzên me derbên giran li baregeha eskerî û stargehên artêşa dagirker xistin. Di çalakiyê de tankeke artêşa Tirk a dagirker û du çeper tevî cebilxaneyên di wan de, hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 3 esker hatin kuştin û 4 esker jî birîndar bûn.”
EFRÎN