Bi pêşengiya partiya Hembestigî ya Efxanistanê li gelek Eyaletên Efxanistanê berxwedana Kobanê hat silavkirin.  Semînara li paytext Kabulê hat lidarxistin, rastî elaqeyek mezin hat. Di civîna li Kabulê Berdevka partiya Hembestigî Selay Xefar axivî û behsa berxwedana şervanên Kurd kir.

 Selay Xefar bal kişande ser rola jinan di berxwedana Kobanê de û wiha got: “Tişta ku tevgera Kobanê bihêz kir û nehişt bin bikeve, tevlîbûna şervanên jin di eniyên herî pêş ên şer de bû. Tekoşîna jin û mêrên qehreman ên Kobanê ji hemû neteweyên cîhanê ku di bin zilm û mêtîngeriyê de ne, bû ezmûnek mezin.”

 

‘Divê em îlham bigrin’

Xefar behsa êş û azarên ku bi salane gelê Efxanistanê dikişîne û wiha berdewam kir: “Gelê me bi salan e tama tal a mêtîngerî û xiyanetê kişandiye. Pêwîst e di tekoşîna bi dagirker û xwefiroşan re gelê qehreman ên Kobanê jixwe re mînak bigire. Divê em îlham ji xelkê Kobanê bigirin û li hember zilmê rabin ser piyan.”

 

Li 6 Eyaletên Efxanistanê çalakî pêk hatin

Çalakî û merasîmên cûr be cûr li 6 Eyaletên Efxanistanê yên weke Eyaleta Belx li bakûrê Efxanistanê, Eyaleta Mezar Şerîf, paytext Kabulê û çend elayaletên din hat lidarxistin. Di merasima li Kabulê de her wiha gelek axaftin hatin kirin û helbest ji bo Kobanê hatin xwendin. 


 ROJNEWS/KABUL