Li bajarê El Babê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di navbera esker û polîsên dagirker de şer diqewime. Doh li El Bab di navbera polîsê eskerî û polîsên medenî yên dewleta Tirk de şer derket. Tê gotin, ji ber ku polîsên eskerî 2 kes ji polîsen medenî girtin û polîsên medenî li dijî vê derket, şer qewimî. Çavkaniyên herêmî dibêjin, di vî şerî de kuştî û birîndar hene.Çavkaniyan destnîşan kirin ku serçeteyekê “Polîsên Leşkerî” yê bi navê Ebû Îskender li gel dewriyekê çû Qereqola “Polîsên Babê” da ku bi tundiyê endamê xwe derxîne, lê “Polîsên Sivîl” ew dorpêç kirin û piştî çekên wan girtin ew xistin hepsê.Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi navbeynkariya hin serçeteyên leşkerî, Ebû Îskender û çeteyên wê hatin derxistin û li pey bûyerê rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha hate gotin ku di navbera herdu aliyan de şer didome.
ANF / BAB