Şervanên QSD`ê li El-Şefaa di çarçoveya operasyonên lêgerînê li herêmên rizgarkirî de gelek çek û cebilxane dîtin.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de, operasyonên lêgerînê li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, dewam dikin.

Di encama operasyona  lêgerînê ya şervanên QSD`ê li bajarokê El-Şefaa de, gelek çek û cebilxane ku çeteyên DAIŞ`ê veşartibûn beriya ku ji herêmê birevin, hatin dîtin. 

 

 ANHA / DÊRA ZOR