Welatiyên ku dixwazin perwerdeyê bibînin dikarin li Mala Gel, Sînema Yilmaz Guney, Navenda Çanda Mizgîn û Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê qeydên xwe çêbikin. Alîkara Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş der barê qeydan de agahî da. Guneş diyar kir ku kesên ku temenê wan 15 û jê jor de dikarin qeyda xwe çêbikin û ev tişt anî ziman: "Em hewl didin derfeta ku ciwanên me karibin xwe îfade bikin diafirînin. Ciwanên temenê wan 15 û jortir dikarin qeydên xwe çêbikin û perwerdeya şanoyê bibînin. Em ê li gorî serlêdanan polan çêbikin."
Kursê heta 2016’an bidome
Guneş anî ziman ku li gorî serlêdan û daxwazên xwendekaran ew ê li Malên Gel ên Musa Anter, Ahmet Kaya û Mehmet Sîncar perwerdehiyê bidin û wiha pê de çû: "Kursên me dê heta serdema 2016'an bidome. Di dawiya perwerdeyê de em ê şanoyekê pêşkêş bikin. Ji bilî vê yekê em ê belgeya tevlîbûnê bidin xwendekaran."
DÎHA/ÊLIH