Lîstika derhêneriya wê Ayetullah Demirkan dike û ji aliyê Teatra Mezopotamya ve hatiye amadekirin bi baldarî hat temaşekirin. 
Li aliyê din Koma Hunerê ya Pêşandanên Bogaziçi gotûbêja bi navê “Agop Vartovyan” pêk anî. Gotubêja li salona hunerê ya Yilmaz Guneş ve ji aliyê hunerhezaran ve rastî eleqeyek mezin hat. Gotubêj bi tevlebûna Cuneyt Yalaz, Banu Açikdeniz û Yasin Keskin pêk hat. 


‘Bûn An Jî Nebûn’


Dîsa lîstika “Bûn An jî Nebûn” ku ji aliyê Koma Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin rastî eleqeyek mezin hat. Lîstik li salona Hunerê ya Şanoya Êlihê hat lîstin. 
Koma Şanoya Yekta Hevî jî ‘Li gundê Quba Zilan û Bileyderê‘ lîst. Welatiyan û zarokan eleqeyek mezin nîşanî şanoyê dan. 

Bername li Salona Sînema ya Yilmaz Guney bi lîstîka “Lênûsa Bîranînên Dînekî”, bi panela”Rêbazên Peywendıya Şano û Gel” û  bi lîstîka “Siya Bend û Xecê” berdewam kir.  


 DÎHA/ÊLIH