Altun, destnîşan kir ku di pêvajoyên qirkirinên siyasî de bajarê Êlihê gelek berdelê giran dane û got serokşaredar Êlihê, serokê KURDÎ-DER’ê û rêveberê saziyên sivîl di girtîgehan de ne. Altun, da zanîn ku ew bi mebesta roja zimanê dayikê yê cihanê hemû girtin û qirkirinên siyasî şermezar dike û got ew tu carî vê yekê qebul nakin. Altun, anî ziman ku wî nazinibûye wateya ziman çiye û ji dewleta dagirker hîn bûye û wiha got: “Ez bavê xwe ji bo dibistana min hatibûn Amedê, û qolçiya pêşiya me girtin. Ji ber ku bavê titûna kaçax dikişand lê 5 baqnot ceza birîn. Ji ber ku bavê min got 5 baqnot pir e. Ji ber ku Kurdî axivî 5 baqnotê din jî lê birîn. Van destdirêja aborî, ast û zimanê me dikin.” Altun, da zanîn ku kudî zimanek gelek bingehîne û di erdnîgariya qedîm de ezameta xwe nîşanî dostê xwe jî û dijminê xwe jî daye. Altun, ji gotinê helbestan ku li ser ziman hatine nîvisandin minak da û dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftina Altun, bêlgeyên serkeftin û spasnameyan dan xwendekaran. Piştî dana bêlgeyan Hûnermendê Navenda Çanda Bihar Mehmet Afşar derket ser dikê û ji bo welatiyan stranê ji hev xweştir vegot. Şahî bi pêşandana lîstika şano a bi navê “Bênalî û Temîr” bi dawî bû.
DÎHA/ÊLIH