Çalakiyên şermezarkirina salvegera 15’ê Sibatê anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê destpê kirin. Li taxên Petrolkent, Îpragaz, Karşiyaka, Seyîtler û Baglarê yên Êlihê 15’ê Sibatê salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê û tecîrda li dijî Ocalan bi meşên meşaleyî hate şermezarkirin. Meclîsa Jinan ya Bajarê Êlihê li taxa Petrolkentê bi erbane û meşeleyan dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Cîhana bêyî Ocalan em di serê we de hilweşînin’ û ‘Ji tecrîdê re na’ hatin berzkirin. Di meşê de duvîzên ‘Bila tecrîd bê rakirin diyalog destpê bike’ û ‘Dest ji tecrîda li dijî Ocalan berdin’ hatin hilgirtin. Li taxên din ji bi meşan 15’ê Sibatê û tecrîd hate şermezarkirin.
ÊLIH