Şengaliyên li vê kampa penaberan dimînin, ev demeke dirêj e rastî zext û heqaretên koçberên Ereb ên nîjadperest tên. Ev zext roja çarşemê veguherî êrişa fîzîkî. Wezîfedarekî li vê kampê, ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re axivî û der barê bûyerê de agahî dan.
Vî şahidî da xuyakirin ku komek ji jinên Ereb ên Bûrka li wan bûn, dor li jineke Êzîdî girtin, li wê dan û heqaret lê kirin. Xizmên jina bû hedefa êrişê dest li bûyerê werdan û xwestin wê xilas bikin. Lê belê Erebên li derdorê jî tevlî êrişê bûn û di demeke kurt de ev êrîş veguherî pevçûneke mezin.
Heman şahidî da zanîn, ku piştî rûdana vê êrişê hejmareke zêde ya polîsan û hêzên ewlekariyê ketine hundirê kampê, lê belê dest li Erebên êrişkar wernedane.
Hat ragihandin, polîsan li şûna ku mudaxleyî êrişkaran bikin, Êzîdiyên li kampê kom kirine û beşek ji wan sirgûnî kampeke li herêma Dortmûndê kirine.
Berdevkê Polîsan ê li herêmê Georg Baum ji rojnameya Siegener Zeitung re got, di bûyerê de 2 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beriya niha bi wesîleya Cejna Çarşema Sor bang li Êzîdiyên li ewrûpa û yên li ser rêya Ewrûpayê kiribû û gotibû, “Kurdistan bê Êzîdî, Êzîdî jî bê Kurdistanê nabe. Bila li xaka Şengalê vegerin. Xweparastina xwe xurttir bikin.”
SIEGEN