Li Munchenê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.
Mîtînga ji aliyê NAV-DEM’ê ve hat organîzekirin, ji Dîe Lînke, DÎDF, Koma Jinê ya Sara, Ciwanên Azad, MLKP, Partiya Keskan, MLPD Munchen, Komîteya Piştigiriya Rojava û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Elmanya piştgirî dît.
Di meşa ku ji Meydana Am Stachûs destpê kir û 4 saetan dewam kir de bê navber dirûşmên „PKK gel e gel li vir e“, „Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan“, „Bijî Serok Apo“, „Şehîd namirin“ hatin qîrîn, wêneyên Ocalan, alên KCK, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.
Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM’ê axaftin hat kirin û hat gotin, „Pêwîste gelê me yê li Ewropayê bi ruhê serhildanê xwedî li Rêberê xwe û Rojava derkeve.“
Li ser navê Partiya Keskan Gulseren Demîrel jî di axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên êrîşkariyê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dewam dikin û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo sorkirin şer. Ji partiya çep Dîe Lînke endamê Meclîsa Şaredariyê Çetîn Oraner jî da xuyakirin ku hewl tê dayîn bi tecrîda li ser Ocalan re vîna gelê Kurd were şikandin.
Li Kolnê çalakiya jinan
Jinên Kurd wê îro li Kolnê Komkujiya Şengalê û AKP’ê şermezar bikin. Meşa saet 15.00’an wê li ber Dêra Dom destpê bike li Heûmark bi mîtîngekê wê bi dawî bibe.Têkildarî meşa di pêşengiya TJKE de Komîteya Amadekar ev daxuyanî da: „Em dikevin yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê. Em wek jinên Kurd hê vê êşê dijîn. Vê êşê ku em hê dijîn, AKP’ê 24’ê Tîrmehê li hember Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman da destpêkirin. Dewleta Tirk a sivîlên Kurd qetil dike û birîndar dike, serî li operasyonên siyasî dide û erdnîgariya Kurdistanê dişewitîne, di me jinên Kurd de bû sedema hêrseke mezin. Li ser vî esasî ji bo bîranîna Komkujiya Şengalê û şermezarkirina êrîşên AKP’ê di serî de jinên Kurd em bang li tevayî gelê me û dostên me dikin ku tevlî meşa me sibê bibin.”
Jinan tecrîd û êrîş protesto kirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bomberdûmana balafirên şer ên artêşa li hember herêmên Parastinê yên Medya li bajarê Dortmund ê Elmanyayê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmund ê Elmanyayê Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bomberdûmana balafirên şer ên artêşa li hember herêmên Parastinê yên Medya tê şermezarkirin. Jinên çalakiya kon pêk tînin standa agahdarkirinê vekirin û belavokan belav dikin.
Polîtîkayên AKP’ê protesto kirin
Li bajarê Îtalya Torîno, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi meşeke meşaleyî hatin protestokirin.
Meşa bi meşaleyan a ji aliyê koma El Caprîo ve hat organîzekirin, bi beşdariya Navenda Çanda Kurd, gelek dostên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat. Bi sedan kesên li Meydana Stasyonê ya Torîno civiyan pankarta bi nivîsa „Kobanê ne bi tenê ye“, alên PKK û YPG’ê vekirin û bi qîrîna dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Bijî PKK“ û „Bijî Kobanê“ ber bi Meydana Salûzzo ve meşiyan.
Der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li vê derê daxuyaniyek hat dayîn.
MUNCHEN/TORÎNO