OZCAN BOZOGLU/STUTTGART


Ciwanên Kurd ên di girtîgeha Stammheim a li bajarê Elmanyayê Stuttgartê û girtîgeha Heilbronnê, nivîskî malbatên xwe û raya giştî agahdar kir ku  wan pêncşema bihurî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Ciwanan da zanîn ku li van girtîgehan ve demeke bi gunehbariyê cihê û di bin navê mueyîdeyan de rayedarên girtîgehan zextê li wan dikin, û ji ber van zextan wan wekî 25 ciwanên Kurd dest bi greva biçîbûnê ya bêdem kiriye.

Tê gotin, ciwanên girtî rastî îzolasyon, astengkirina serdanan, astengkirina hevdîtina mehkûman, astengkirina çûna kirriyariyê û qedexekirina şahiyan tên.

Ciwan dibîjin ev astengkirin, bêyî ku haya dadgeriyê jê hebe bi destê rêveberiya girtîgehê hatine bicihkirin. Girtî dixwazin tedbîr li gorî qanûnan bin, û nabe ku bi wan mafê kesekî mehkûm yan jî girtî bên binpêkirin.

25 ciwanên Kurd ên girtî, didin zanîn ku ji 27´ê Tîrmehê ve wan dest bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. û wan xwest ku şertên adîl werin misogerkirin û zexta rêveberiyê ya li dijî girtiyan jî bê bi dawîkkirin.

Wekî din hat zanîn ku muhtemel e ev çalakî di nava girtiyên mayî yên Kurd ên li girtîgehên din de jî ji ber zextên rêveberiyên girtîgehan li dijî girtiyên Kurd belav bibe.