Bi şewba koronayê re krîz û aloziyek heye. Di vê aloziyê de yek ji tiştên herî zêde pêdiviya mirovan pê heye û dikirin arvan e. Ji ber vê jî fabrîkeyên li Elmanyayê xebata xwe zêde kirin û bêhtir genim dikin arvan. Mînak fabrîka arvan a bi navê “Roland Mills United” ya li bajarê Recklinghausen ê Elmanyayê saetên xebata xwe ji 8 derxist 12 saetan. Fabrîke bi vî awayî hewl dide bersiv bide pêdiviya ji sedî 50 ya li marketan zêde bûye. Alavên xwarinê û paqijiyê li Elmanyayê zehmet peyda dibin. Refên li marketan ên xwarin û paqijiyê vala bûne. Yek ji pêdiviyan bêguman arvan e. Fabrîke jî ji bo bersiv bidin pêdiviya bi arvan bêhtir genim dihêrin. Ji bo vê jî ji niha ve ji hin welatên Ewrûpayê genim dixwazin bikirin. Dîrektorê Fabrîkeyê Stephan Kill diyar dike ku wê di rojên bê de li Ewrûpayê yek ji pirsgirêka mezin arvan be. Kill ji ber vê jî xwest cotkarên herêmê bêhtir karê xwe girîng bibînin. Kill wekî din da zanîn ku fabrîkeya wan salê 400 hezar ton arvan amade dike û ji vî arvanî ji sedî 10 difirotin marketan. Ji lewra jî heye, arvan jî buha bibe. MAINZ