Rojnameya bi navê ZT Munchen, ji bo Kalayci yê ku li Fransayê mafê xwe yê penaberiya siyasî heye û li Elmanyayê xwedî statuyeke qanûnî ye, îdîa kir ku 'Xwe li Elmanyayê vedişêre'. Tevî ku Kalayci ji 7 mehan ve li Munchenê bi hevser û zarokên xwe re dijî.  Kalayci di heman demê de bi hevsera xwe re firinê dixebitîne. Rojnameyê bi gotina 'ji bo balê nekişîne ser xwe li sektora xwarinê dest bi kar kiriye' hewl da ku Kalayci weke mirovekî bi tehlûke nîşan bide. Rojnameyê ev hevok bi kar anî: "Xuya ye Omer K. wê di demeke nêz de radestî Tirkiyeyê were kirin!"

Erka Elmanyayê nîne ku penaberekî siyasî yê li welatekî din ê Ewropayê mafê wî penaberiya siyasî heye, vegerîne. Bi tenê dikare bişîne Fransayê.

Rewşeke ecêb û balkêş e ku rojnameyê, çalakiyên bombeyî yên sala 2005'an ên li Tirkiyeyê ku ti eleqeya Kalayci pê nîne, nivîsand. 


 MUNCHEN