Di êrişeke nijadperest de li bajarê Hanau 9 kes hatin qetilkirin, Hessenê şîn ragihand.
Yek ji kesên ku êrişkar ew qetilkirî jî kurê kedkara rojnameya me Serpil Temiz, Ferhat Unvar ê 23 salî ye.
Li NCDK ya Hanauyê û li Komeleya Agiriyiyan ji bo kesên qetilkirî, teziye hat danîn.
DÎLAN KARACADAG
Li bajarê Hanau yê Elmanyayê di êrişeke nijadperest-faşîst de 9 kes hatin kuştin herî kêm didu Kurd in.
Êriş li dijî cihekî nargîle û bufeyê pêk hat û piranî ciwanên Kurdan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Hanauyê Kurdistanî û Tirkiyeyî zêde hene. Şeva din saet li 22ʼan li pey êriş li dijî bar û bufeyekê hatin kirin. Êrişa pêşî li navenda bajarê Hanauyê li devera bi navê Midnigt hat kirin. Êrişkar li vir gule reşandin û 4 kes kuştin yek jê jin bû. Hedefa duyemîn a êrişkar bufeya li kolana Kesselstadt bû ku 2.5 kîlometroyan ji cihê êrişa yekê dûr bû. Êrişkar li vir gule li kesekî di erebeyê de reşand û kesê di erebeyê de kuşt. Piştre jî êrişkar gule li bufeyê reşand û 4 kes jî li vir kuştin. Di êrişê de 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn. Li gorî şahidên bûyerê di dema êrişê de bi dehan caran gule hatine berdan.
Kesên di êrişê de hatine kuştin, agahiyên nasnameyên hemûyan bi dest neketin. Heta niha pişt rast bûye ku didu ji kesên jiyana xwe ji dest dayî, Kurd in. Yek ji kesên ku êrişkar ew qetilkirî jî kurê kedkara rojnameya me Serpil Temiz, Ferhat Unvar ê 23 salî ye. Wekî din jî Gokhan Gultekin ê ji Agiriyê jî di nava kesên jiyana xwe ji dest dayî de ye. Muhammed Beyakendir ê ji Ûrfayê jî yek ji kesên bi giranî birîndar bûyî ye.
Li gorî daxuyaniyên polîsên eyaleta Hessenê êrişkar doh destê sibê li mala xwe ya li Kesselstadtê mirî hatiye dîtin. Êrişkarê 43 salî yê bi navê Tobias Tatje li malê tevî diya xwe ya 72 salî dima. Li malê diya êrişkar jî mirî hat dîtin. Hat ragihandin ku li mala êrişkar jî sîleh hatiye dîtin û tê gotin, êrişkar xwedî fikrên rastgir û nijadperest bûye.
Êrişkar nijaperest diyar e
Çapemeniya Elman cih da nameyekê ku tê gotin êrişkar nivîsandiye. Di nameyê de êrişkar qala dijberiya koçberan dike. Êrişkar li pey xwe peyameke vîdeo jî hiştiye. Êrişkar di nameya xwe de ku rojnameya Bildê daye, dibêje; “Li Elmanyayê hinek gelên dersînorkirina wan pêkan nîne, divê bêne tinekirin.” Êrişkar peyameke vîdeo hiştiye û vê jî weke peyameke şexsî ji bo Emerîkiyan bi nav dike û dibêje, baregehên veşartî yên Emerîkayê li Elmanyayê hene û li van deran destdiavêjin zarokan û êşkence tê kirin û mirov têne kuştin.
Gelo êrişkarekî duyê heye?
Polîsê Elman da zanîn ku lêpirsîna elaqedarî êrişê pirralî dewam dike. Lê hîna ne diyar e, kesekî din jî weke êrişkar heye yan. Şahidên bûyerê bi xwe di îfadeya xwe de gotiye, êrişkar du kes yan jî bêhtir kes bûne. lê polîs tenê behsa êrişakarê paşê xwe kuştî kir. Derbarê êrişkarê duyem de heta niha ti şop nehatiye dîtin.
Dozgeriya Federal a Elman jî da zanîn ku wê lêpirsîn dewr girtiye û “nîşan hane ku êriş bi ajoyên rastgiriya tundraw hatibin kirin.”
Wezaret: Êrişa terorê ye
Wezîrê Karê Hundir ê Hesenê Peter Beuth jî li parlamena eyaletê daxuyaniyek da û êrişa li Hanauyê weke êrişeke dijminatiya li dijî biyaniyan bi nav kir û got, ew êrişê weke êrişeke terorê dibînin. Wezîr wekî din da zanîn ku cenazeya din a li mala êrişkar, jî cenazeyê diya wî bûye. Beuth li ser agahiyên elaqedarî nameyeke êrişkar ku çapemeniya Elman behsa wê dikir, got, li ser meselê lêpirsîn dewam dike. Agahiyên li ser êrişkar û ka çawa xwe gihandiye sîlehan jî eşkere bûn: sîleh qanûnî bi destxistine û sekvanî dikir. Beuth dawiyê got, “Ev êrişeke li dijî civaka me ya azad e.”
‘Em bi we re şînê digirinʼ
Serokwezîra Elman jî beşdariya xwe ya çalakiyeke li Halle ji bo ku agahiyên elaqedarî êrişê wergire, betal kir. Berdevkê hikûmetê êrişa nijadperest weke “sûcekî tirsnak” bi nav kir. Serokkomar Steinmeier jî ji bo êrişê got, “Êrişa terorê” û ev peyam da: “Ez li cem wan mirovan im ku kîna nijadperest gefan li wan dixwe. Hûn ne tenê ne.”
Şîn hat ragihandin
Partiyên siyasî yên Elman ji bilî AfD ya nijadperest, sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî re xwest. Hevseroka SPD Saskia Esken got, “Demeke dirêj me xwe neda ber ku em nav lê bikin: Terora rastgir li Elmanyayê. Em şok bûn û em şînê digirin. Bi hestên xwe hemûyan em bi qurbanên êrişê, xizm, nas û dostên wan re ne.”
Ji Partiya Keskan, parlamenter Cem Özdemir jî got, “Ez behitîme û xemgîn im. Ez hêz û xurtiyê ji xizmên qurbaniyan hemûyan re dixwazim.”
Hevseroka Partiya Çepê, Katja Kipping jî got, “Em şînê digirin”.
Parlamana Hessenê jî rêz ji bo qurbaniyên êrişê girt û rojekê şîn ragihand.
Êş û hêrs bi hev re ne
ERDAL BINBOGALI
Ji bo kesên di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji destdayî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hanauyê û Komeleya Agiriyan taziye hat danîn. Kurdistaniyên ji êrişê agahdar bûn, berê xwe dan komeleya xwe. Li cihê taziyê bi qasî êşa Kurdistaniyan, hêrsa wan jî diyar bû. Şaredarê Hanauyê jî got, ew beramberî êrişê wê bêdeng nemînin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, bi înîsiyatîfa şaredariyê, li navenda bajêr bibîranînek dihat organîzekirin.
Bavê Ferhat: Êrişeke pîlankirî ye
Bavê Ferhatê 23 salî yê li Bufeyê hatiye kuştin, Metîn Unvar, got, kurê wî hîna nû xwendina xwe ya pîşeyî qedandibû û êriş êrişeke nijadperest e. Metîn Unvar wiha peyivî: “Êrişeke pîlankirî ye. Êrişkar jî dayika wî jî mirine. Bi zena min li pey xwe şop nehiştine.”
Qetlîamên NSUʼyê tîne bîra mirovan
Hevserokê NCDKa Hanau Erdal Binbogali got, “Erişkar gotiye, Elmanya ya Elmanan e. Nijada Elman divê xwe biparêze. Yên ku venagerin welatê xwe divê bên tinekirin. Ev zêhniyet encema siyaseta hikûmeta Elman e. Ev êriş êrişên NSUʼyê tîne bîra mirovan.”