Rojnamevan û nivîskar Zekî Ozmen ku xwediyê pirtûka lêkolînî ya li ser Kurdên Elmanyayê ye, li paytext Berlînê bû mêvanê Civata Rewşenbîrên Azad Yên Li Berlînê.
Ne Kurdên li Elmanyayê yên Elmanyayê
Ozmen di destpêkê de du pênase ji hev veqedandin û got: “Ez ne li gel pênaseya “Kurdên li Elmanyayê” me, ya rastî divê “Kurdên Elmanyayê” be, ji ber ku her çiqas Kurdên li vir dijîn xwediyê quble û evîna Kurdistanê jî bin, ew êdî aîdê Elmanyayê ne.
Ji Karl May heta îro
Ozmen dîroka hatina Kurdan a Elmanyayê jî weha rave kir: “Di dîroka Elmanya de navê Kurdan cara yekê bi pirtûka Karl May a bi navê Durch Wilde Kurdistan ve hatiye qeydkirin. Elman wek nav Kurd û Kurdistan bihîstibûn lê ji aliyê erdnîgarî û siyasî ve zanîna wan nebû. Ji ber ku ev pirtûk di dibistanên ciwanan de dihate xwendin, Elmana/ê ev pirtûk nexwendibe nîne. Her çiqas dîroka Kurdên li Elmanyayê bi hatina karkerên mêvan ve bê girêdan jî di rastiyê de ev xwe digîhîne serdema împaratoriyên Osmanî û Farisan. Ew jî yên dîplomat û zarokên halxweş yên Kurd dihatin Elmanyayê dixwendin û vedigeriyan. Wek mînak di dema Evdilhemîdê Duyên de serbalyozê Berlînê Seîd Paşa, Kurd bû, zarokên wî jî li vir xwendin. Fuat Paşa dûvre sala 1918´an bû cîgirê serokê Kurd Tealî Cemîyetî. Piştre Celadet û Kamuran ango birayên Bedirxanî sala 1922´an tên Mûnîxê. Celadet piştî xwendina xwe vedigere Rojhilata Navîn lê Kamuran li vir dimîne.
Xwendekarên Kurd
Sala 1956´an li Wiesbadenê 17 xwendekarên Kurd Komelaya Xwendekarên Kurd ava dikin. Piştre kesên navdar yên wekî Îsmet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed, Kemal Fuad, Cemal Nebes jî di nav de cih digirin. Ev sazî bi Elmanya re jî bi sînor namîne, li gelek deverên Ewrûpayê belav dibe. Di serdema ji hev cudabûna PDK û YNK ê de ew jî parçe dibin. Lê heta serdema Şerê Kendavê jî dewam dike, piştre jî bala Kurdan bi giştî vedigere ser tevgera Bakur, ji ber ku ew bêhtir çalak bûn. Sala 1992´an Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat avakirin û ev niha jî berdewam e.
Karkerên mêvan
Piştî şerê duyem ê cîhanê sala 1961´ê ji Tirkiyeyê karker hatin. Heta 1973´an hejmara wan gihişt 605 hezarî, wisa jî tê texmînkirin ku ji sedî 40 ji wan Kurd in. Lê mixabin li ser vê mijarê ti daneyên zanyarî nînin. Li gorî bajarên wan ev serjimare dihat kirin. Ev kes jî ji hizra neteweyî dûr; di mal de bi Kurdî dijiyan, xwarin, vexwarin û çanda wan Kurdî bû, lê li derve digotin: Em Tirk in. Piştî pêla penaberên siyasî ev pêvajo hêdî hêdî diguhere. Êdî li derve jî dibêjin: ´Ez Kurd im û parastina nasnameya neteweyî tê kirin. Divê mirov rastiya karkerên mêvan jî bi tenê bi aboriyê ve girê nede. Sedemên siyasî û aborî di nav hev de ne; siyaseta dewleta Tirk a jicihkirinê her li dar bûye.
Pêla penaberan
Piştî Cuntaya 12 ê Îlonê hatina penaberên siyasî zêde bû û ev bi Raperîna 15 ê Tebaxê ya PKK´ê ve ku piştre dewletê teroreke zalimane pêk anî, koça Kurdan jî her çû zêdetir bû. Piştî şoreşa Îslamî ji Îranê, wisa jî Enfal, Helebçe û Şerê Kendavê, dûvre jî Şerê Birakujiyê bûn sedem ku gelek Kurd koçber bibin. Niha jî serdema terora DAÎŞ´ê û şerê li Bakur dibe sedem ku ji Rojava, Başûr û Bakur jî gelek kes berê xwe bidin Ewrûpa û bi taybetî jî Elmanyayê.
Nexşeya Kurdên Elmanya
Xaleke balkêş ya koçberên Kurd jî ev e ku Kurdan li vir jî li gorî bajar, herêm ango malbatî xwe sazkar kirine, li hev kom bûne. Li Bremenê Kurdên ji Nêsîbînê, Çewlik û Dêrsimê, li Berlînê Xinis, Varto, Mûş, Meraş û Dêrsimê wisa jî yên başûrî li hev kom bûne. Li Bonnê Efrînî gelek in. Mirov dikare bibêje li Elmanyayê nexşeya Kurdan li gorî herêman diyar e. Lê li aliyê din jî ji ber enregrasyonê û rewşa aborî ev keleh jî hêdî hêdî belav dibin. Li ku karekî baştir hebe an jî xanî mal kirinê ev diguhere û Kurd jî li vir mayînde dibin.”
Derfet baş nayên bikaranîn
Ozmen herwisa diyar kir ku di serdemekê de Elmanya bi fermî biryar dabû ku alîkariyê nede saziyên Kurd û Ermeniyan, lewre fikara wan a nerazîbûna dewleta Tirk hebû. Dûvre ev rewş di encama têkoşîna Kurdan de guherî niha gelek derfet hene, wek mînak Kurdî li dibistanan serbest e, alîkarî jî tê kirin, lê mixabin peywendiya Kurdan mirov dikare bibêje nîne.