Fatma Zan niha li beşa Lêkolînên Aştî û Şerî li Zanîngeha Augsburgê dixwîne û mastira xwe li ser mijara DAIŞ´ û avakirina wê ya tesewurên dijmin der barê Welatên Rojava de li xer xebata xwe kar dike. Beriya niha jî wê lîsansa (Bechelor) xwe di beşa Şerqşînasiyê de kir li Tubingenê. Fatma bi eslê xwe ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye. Ew bi xwe jî li Nisêbînê ji dayik bûye lê hîna di 9 mehiya xwe de weke penaber tê Elmanyayê tevî malbata xwe.
Ji bo penaberan destekî alîkariyê
Fatma bi awayekî xwebexş, bi înîsiyatîfa xwe alîkariya dersan dide zarokên penaberan ên li Stargeheke penaberan de. Wê pêşî zarok li heman cihî fêrî Elmanî kirine û niha jî bi alîkariya dersan bi destê wan digire. Li wê stargehê herî zêde penaberên ji Sûrî hene, ji bilî wan ên ji Efxanistan, Pakistan, Somalî û Kosovayê jî hene. Ji ber ku bi Erebî jî dizane, Fatma Zan di warê wergerê de jî carinan alîkariyê bi penaberan re dike. Fatma Zan ev salek e ku vî karê xwe dike.
Qehremaneke jiyana rojane
Dema Fatmayê ev karê xwe dikir, kanala televizyonê ya Elman Sat 1´ê pê re hevpeyvînek kir û ev hevpeyvîn di nûçeyên wê yên êvarê de hat weşandin. Kanala televizyonê ya Elman, Kabel 1´ê jî Fatma weke yek ji qehremanên jiyana rojane yên ku sala 2015´an bi xwebexşî xwedî li penaberan derketin hilbijart. A rastî alîkarên penaberan weke qehremanê rêza yekê hatin hilbijartin di bernameya bi navê Abenteuer Alltag (Maceraya Jiyana Rojane) de û Fatma jî bû yek ji wan ku ji bo vê qehremaniyê weke mînak bi dîmen hat nîşandan.
Ciwaneke di warê xwendin û civakî de serketî
Fatma Zan a 27 salî, wekî din li ber xwendina xwe bi saziyekê re kar dike ku alîkariyê dike bi penaberên ne reşît re ên ku bi tena serê xwe hatine Elmanyayê. Hem ji bo refaqetkirina wan di nava jiyana civakî de û hem jî bi wergêriyê Fatma Zan alîkar e di vê saziyê de.
LUQMAN GULDIVÊ/AUGSBURG