Li Elmanyayê di hilbijartinên pêr de rastgirên tund bi ser ketin. Partiya Serokwezîr Merkel (CDU/CSU) û sosyal demokrat (SPD) ewqasî li dengê xwe yên sala 2013´an kêm kirin ku ew bûn binketiyên sereke yên hilbijartinên giştî yên ji bo parlamena federal. Di hilbijartinan de Partiya Çep piştî partiya lîberal FDP´ê û ya AFD´ê bû hêza pêncem li parlamenê; bi her halî sê namzetên Kurd ên jin dikarîn ji Die Linke weke parlamenter berê xwe dan Berlînê. 

Li Elmanyayê 61 milyon hilbijêr hebûn û ji van qederê % 75´an çûn ser sindoqan. Li gorî gelek çavdêran sedema wê yekê ku AfD dengê xwe zêdekirin jî ew bû ku kesên berê dengê xwe bi kar nedianîn, vê carê dengê xwe bi pirranî dane AfD´yê.

Di encamê de CDU/CSU´yê ji sedî 33´yê denagn, SPD ji sedî 20,5´ê dengan, AfD ji sedî 12,6´ê dengan, FDP ji sedî 10,7, Die Linke ji sedî 9,2´yê dengan û Keskan jî ji sedî 8,9´ê dengan wergirt. Piştî ku SPD´ê pêr bi şev eşkere kir ku ji bo silametiya partiya xwe ew ê nekevin hikûmetê, li ber çavan tenê hikûmeta koalîsyonê ya ji CDU/CSU, FDP û Keskan ku weke koalîsyona Jamaîka tê binavkirin, mumkin xiuya dike. Ji 59 parlamnertên Die Linke yên ku bi eslê xwe Kurd in, sê jin in û ew jî  Gokay Akbulut, Evrim Helînsommer û Sevim Dagdelen in. 


 NAVENDA NÛÇEYAN