Heta niha pisporên Înstîtuya Robert-Koch a ku ji bo Elmanyayê diyarker e, rîska ji bo Elmanyayê weke normal bi nav dikir; lê bi zêdebûna bûyerên şewba vîrûsa koronayê re pisporan biryar da rîskê jî bilind bikin û tehlûke weke “bilind” ji nû ve nirxand. Lê belê Înstîtuyê got, weke li Spanya, Fransa, Îtalya yan jî Awusturyayê, hîna li Elmanyayê pêdîvî bi rewşa awarte yan jî qedexeya derketina derve nîne.

 

BERLÎN