Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, pêr peyameke şexsî da welatiyên xwe. Wê xwest welatî bêhtir bi sebr û semax bin û halê hazir, tevdîrên wan girtî wê herî kêm heta bi 20 Nîsanê neyên sistkirin. Li Elmanyayê li gorî hejmarên doh, bêyî ku eyaleta Bayernê hejmarên xwe ragihandibin, li gorî înstîtuya Robert-Koch li Elmanyayê hejmara kesên bi vîrusê ketî ji mêj ji 50 hezarî bihuriye. Rojane jî êdî bêhtirî 4 hezar kesan bi vîrusê dikevin. Heta doh 389 kes ji ber vîrusê li Elmanyayê miribûn.

 

Beramberî van hejmaran Angela Merkelê got, “Halê hazir hejmara bi vîrusê ketiyên nû, ti sedemê nadin ku qaîde [yên sônordarkirina derketina derve] bên sistkirin.” Birêvebera meqama wê Helge Braun jî doh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ev tevdîr heta 20’ê Nîsanê wê neyên sistkirin û wê got, “Divê em mirovên kalûpîr û yên ji berê ve nexweş ên di civaka me de heta ku dermana pêşîgir [vaksîn] neyê dîtin, biparêzin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN