Polîsan ji bo operasyona li dijî koma faşîstan ku xwe weke ‘Burgerwehr’ (milîsên parastina gel) bi nav dikirin, avêtin ser gelek malan.
Koma faşîst a bi navê ‘Burgerwehr’ hefteya bihurî êvara Înê li bajarê Chemnîtzê hewl da bû bi zorê nasnameya komekê kontrol bike û ciwanekî Îranî birîndar kiribû. Operasyonên li dijî vê koma faşîstan dewam dikin.
Welatiyekî Îranî yê 26 salî birîndar kiribû
Di operasyonan de ku destpêka hefteyê 15 kes hatin destgîrkirin, doh jî avêtin ser hin malan. Serdegirtin bi biryara dozgeriyê ji aliyê ‘Yekîneya Têkoşîna li dijî Tundî û Terorê’ ve hate kirin.
Faşîstên bi navê Burgerwehr, piştî xwepêşandana koma nîjadperest a bi navê Pro Chemnîtz êrîş biribûn ser komeke ji welatiyên Elman, Îranî û Pakîstanî. Nîjadperestan xwestin bi zorê nasnameya koma ku li parkekê pîrozbahî dikir, bikin. Piştre jî welatiyekî Îranî yê 26 salî birîndar kiribûn.
Piştî bûyerê 15 kesên koma nîjadperest hatin destgîrkirin û dozgeriyê derbarê 6 ji wan de biryar dabû ku sewqî dadgehê bên krin.
ANF / CHEMNÎTZ