Li bajarê Los Angeles ê Emerîkayê û li gelek bajarên Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.
LOS ANGELES: Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Tevî Kurd û Emerîkiyan Ermen, Yewnan, Îsraîlî, Îran, Filistîn, Meksîkayî û Ekvatorî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê êriş tavilê rawestin. Di çalakiyê de keşîşekî Ermen ji bo Rojava dua kir. Li ber balefirgeha bajêr jî çalakiyeke şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê hebû.
Rojhilatê Elmanyayê: Komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava li sivîlan dike, û êrişên qirkirinê li bajarên Chemnitz, Dresden, Magdeburg û Leîpzîg ên rojhilatê Elmanyayê bi hişkî hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên ku bi komkujiya li Serêkaniyê hesiyan tevî dostên xwe daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kirin.
NURNBERG: Bi sedan kes pankartên bi nivîsa “Her dever Rojava ye, her dever berxwedan e”, “Bijî berxwedana Rojava” û alên YPG û YPJ’ê meşiyan.
TOKYO: Li paytexta Japonyayê bi heman mebestê çalakiyeke protestoyî hate kirin. Nêzî 100 kesî li ber nûnertiya NY’yê kom bûn, dagirkerî û komkujiyên Tirk şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku dagirkerî were rawestandin.
NAVENDA NÛÇEYAN