ALÎ GULER
Berlinale ya 70’mîn dewam dike. Heta niha gelek filmên cûr bi cûr hatin nîşandan. Îsal jî gelek filmên polîtik û cîvakî derdikevin pêş. Filma “First Cow” (Çêleka Yekemîn) jî ji van filman e. Film, behsa perçeyekî ji jiyana li Emerikayê ya destpêka sedsala 19’an dike.
Dema behsa sedsala 18’an yan jî sedsela 19’an li Emerikayê tê kirin, di sînemayê de filmên Westen tên bîra mîrovan. Zêr, elmas, dewlemendiya xwezayê, zilamên bi çek, cowboy û gelên xwecihî. Pirraniya filmên behsa wê demê dikin, li ser van mijaran in. Pirr hindik in filmên mijarên wan cuda. First Cow (Çêleka Pêşî) jî ji wan e. Film behsa çîrokeke destpêka sedsala 19’an dike. Çîrok li Oregona Emerikayê dibihure. Film ji bo xelata mezin a festîvalê a “Hirça Zêrin” di beşa pêşbirkê de ye. Berhemeke aram, felsefîk û hunerî ye. Mirov dema li biyografiya sînemeya derhêner Kelly Reichardt, dinihêre, mirov dibîne ku ev film jî ji karên wê ye. Ev film jî wek berhemên wê yên berê heman tamê dide temaşekeran.
Derhênerê, ji pirtuka nivîskarê navdar Jonathan Raymond a bi navê “The Half Life” senaryoya xwe vegirtiye. Lê bi awayekî hunerî û rengîn filma xwe hunandiye.
Mijareke giran û filmeke soft
Film di roja me ya îro de li ber devê çemekî dest pê dike. Dengê herikîna avê, jineke navsere û kûçik xuya dikin. Paşê kûçik erdê dikole û hestiyên 2 mirovan dibîne. Film bi derketina hestiyên insanan re sed salan bi paş ve diçe. Film behsa komek mirovên li pey jiyaneke nû dike. Ji nû ve avakirana welatekî, xizanî, nexweşî û nakokiyên di navberan desthiladar û insanên ji rêze de.
Derhênera jin, di nava vê jiyana dijwar de li ser jiyan û têkoşîna du kesan disekine. Yek ji wan John Magaro (Cookie) yê din jî kesekî Çînî, Orion Lee (King-Lu) ye.
Cookie, tevî komek qaçaxçiyên li du jiyaneke nû û dewlemendiyê ne, di nava daristanan de dijî. Bi wan re digere. Ew bi xwe aşpêj e. Xwarinê çêdike û paqijiya wan kesan dike. Mirovekî dilnimz û hestiyar e. Rojekê di nava daristanê de rasta King-Lu tê û alîkariya wî dike. Hinek kes li pê King-Lu ne. Heger wî bigirin, ew ê wî bikujin.
Cookie û King-Lu dibin heval û dikevîn pey jiyaneke nû. Wan deman li der û dora Oregonê jiyan ji nû ve ava dibe. Ew jî dixwazin li wir cihekî çêkin. Aşpêş Cookie di vî varî de serketî ye. Her du heval li vir bi cîh dibin û dest bi çêkirina kek û pasteyan dikin. Di heremê de tenê çeleka kesekî dewlemend heye. Herdu heval her êvar şîrê çêlekê didizin û bi kar tînin. Ev diziya wan ji bo jiyanê ye. Deme ku li wan eşkere dibe, ew ji wir direvin. Zilamên kesê dewlemend ên bi mûçe, didin dûv her du hevalan. Cookie û King-Lu nayên girtin lê ji ber meş û birîndariyê li ber çemekî serê xwe didin ber hevdû û di xew re diçin. Film bi vî dîmenî bi dawî dibe. Li wî cîhê her du hestî hatibûn ditîn. Weke xelekekê ku tê de destpêk û dawî digihin hev. Derhêner Kelly Reichardt, bi rengê sînemaya xwe li Emerikayê taybetmendiyek çêkiriye; di vê berhema xwe ya dawî de dîsa kiriye ku temeşevan nikaribin berê xwe ji perdeyê bidin aliyekî din. Film weke çemekî giran, aram, paqij û hêdî diherike. Ne mijareke tûj a bi xetên stûr diyarkirî ye. Hem di aliyê çîrokê de hem jî di warê sînemagrofîk de zêde aram e. Lê berhemeke kûr û hunerî ye. Di festîvala îsal de heta niha yek ji filmên derketî pêş e. Bi her halî em dikarin bibêjin, şansê First Cowê, ji bo wergirtina xelata “Hirça Zêrîn” gelek e.