Şervanê YPG’ê yê Emerîkî Cêzim Piyalîsî (Azad Şoreş) 31 saliye, ji bajarê Dîtroyid-Mişêgil ye. Azad Şoreş ji hêzên YPG’ê ku şerê DAIŞ’ê dikin bi bandor dibe û biryar dide ku tevlî Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê bibe.

Azad li Emerîka piştî ku leşkertiya xwe xilas dike, li zaningehê sosyolojî dixwîne û di fabrîqeya petrolê de kar dike.  Ji ber ku bi şerê YPG` yê li Bakurê Sûriyê ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê tê meşandin bi bandor dibe, biryarê dide ku dest ji jiyana xwe ya asayî berde û tevlî hêzên YPG’ê bibe.

Azad Şoreş di sala 2015`an de tê Rojava û tevlî hemleyên rizgarkirina Şedadê û Silokê dibe. Niha jî di Hemleya Xezeba Firatê de cih digre û şerê komên çete yên DAIŞ’ê dike.

Azad Şoreş têkildarî beşdarbûna xwe ya nava YPG’ê axivî û got: “Ji ber ku min leşkeriya Emerîka kiriye, çi şerê li cîhanê diqewime, ez dişopînim û li ser lêkolîn dikim. Şerê şoreşgerî yê YPG`ê ku li hember çeteyên DAIŞ`ê pêk tê, pir nav û deng da. Min gelek lêkolîn li ser kir û ez ji hêza wê bi bandor bûm. Min bi kêfxweşî û heyecaneke mezin şerê Kobanê pêşwazî kir. Di şerê taxan de ne dihiştin tax bikevin destê çeteyan. Ev tiştekî pîroz e.”Azad Şoreş destnîşan kir ku wî dixwest di hemû aliyan de alîkariya gelê Kurd bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê şer, lê pêwîst e di hemû aliyan de xizmeta gelê herêmê were kirin.”


REQA