Endamê Meclîsa Aştiyê Tirkiyeyê Îmam Canpolat, Endamê HDK'ê Harun Çakmak, ÎHD, endamên Egîtîm Sen'ê û nûnerên Hewildana 78'an jî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Ji îşkenceya Metrîsê re na. Ji girtiyên nexweş re azadî" hate vekirin û slogana "Ji girtiyên nexweş re azadî" hate berzkirin. Li ber Wezareta Dadê Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Havva Ozcan daxuyanî xwend û wiha got: "Heke mirov bixwaze rewşa welatekî bizane divê mirov berê xwe bide girtîgeyên wî welatî. Girtiyên azadiya wan ji destê wan hatî girtin bi destê dewletê li girtîgehan tên kuştin."
Ozcan, anî ziman ku di şer de jî kesên nexweş, jin û zarok dîl nayên girtin. Ozcan wiha axaftina xwe berdewam kir: "Weke hûn hemû dizanin em di pêvajoya muzakere û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin de ne. Êdî cenazeyên leşker û gerîlayan nahên. Lê li girtîgehan hêj cenaze tên. Di demên dawî tenê ji Girtîgeha Sîncanê 3 cenaze derketin. Berpirsiyarê van mirinan hikûmet e. Di çarçoveya 4'emîn Paketa Dadê de tenê 3 hevalên me tahliye bûn. Bi dehan jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî bi vê helwestê cezayê darvekirinê yê nehî pêk tîne. Dest ji vê helwesta xwe berbidin.  Heke hûn nexwazin bibin berpirsiyarê mirinên nû bi lezgînî gavan bavêjin. Hemû girtiyên nexweş serbest berbidin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji 10 deqeyan pêk tê hate lidarxistin. 


 DÎHA/ENQERE