Bi rasthatina 1´ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, di navê de gelek paytext jî li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatin organîzekirin. Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê, li bajaarê Elmanyayê Hannoverê, li oaytexta Franseyê Parîs, ya Swêdê Stockholm û ya Danîmarkayê Kopenhagê bi heman armancê çalakî li dar xistin.

Li Berlînê, sendîka, saziyên şoreşger û rêxistinên aştiyê bi mîtîngekê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz kir. Mîtîng li Brandenbûrger Tor hat lidarxistin. Kurd bi pêşengiya NAV-DEM’ê bi sembolên neteweyî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî mîtîngê bûn.

Di dema mîtîngê de polîsên Elman sembola Tevgera Jinên Kurd weke hincet nîşan da û 3 Kurdistaniyên ku yek ji wan jin e, binçav kir. Di mîtîngê de ji aliyê nûnerên saziyan ve bêtehamûla li dijî sembol û rengên Kurdan hate şermezarkirin. Piştre çalakgerên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Li Hannover bi heman boneyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) mîtînga ‘Ji Ocalan re Azadî’ hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankarta mezin li ser nivîsandî ‘Ji Ocalan re azadî’ hate hilgirtin û tecrîdkirina Ocalan û gelê Kurd protesto kirin. Di çalakiyê de fabrîkaya tangan a Rhein-Metal a ku wê li Tirkiyeyê wê fabrîkayeke tangan ava bike jî hate prostestokirin.


Ji bo aştiyê Ocalan divê azad bibe

Li ser banga NCDK ya Zurîxê, pêr bi şev Kurdistaniyan xwest şerê qirêj ê li Kurdistanê bê rawestandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Çalakger li pêşiya Parlamena Zurîxê kom bûn, li ser navê Kurdistaniyan Hevseroka NCDK ya Zurîxê, Halise Tuzer bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê û ji Ocalan re azadî xwest. 

Li Paytexta Danimarka Kopenhagê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê, bi wesîleya 1’ê Îlonê bi daxwaza azadiya Ocalan Konê agahdarkirinê hat vegirtin û ji Ocalan re azadî xwest. Endamên Meclîsa Jinê ya Sêvê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Kopenhagê kon vedan û bi belavokan doza azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn kirin.

Li bajarê Fransayê Strasburgê jî Endamên Komeleya Jinan a Zinê li Meydana Kleberê tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan şermezar kir. Jinan li vir ji Ocalan re azadî xwest û belavok belav kirin.


Birca Eyfelê li kampanya ‘ji Ocalan re azadî’ zêde bû

Kurdistaniyên li paytexta Franseyê Parîsê, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û ji bo azadiya wî li ber birca Eyfelê çalakiyek li dar xist.  Bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) pêr bi şev saet 21.30’î li ber birca Eyfelê  Kurdistanî civiyan, bi tîrêjên lazerê ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ nivîsîn, pankart û flamayên ku wêneyên Ocalan li ser bûn rakirin û bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan.

Di çalakiyê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Vedat Bîngol got, “Dewleta Tirk a faşîst bi tecrîdê, di şexsê Rêbertiya me de dixwaze vîna civakekê bişkîne, em ê ti caran destûra vê yekê nedin.”


Li Stockholmê jinan azadî ji Ocalan re xwest 

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek kir, ji Ocalan re azadî xwest. 

Çalakî li navenda bajêr, li Meydana Sergeltorgê bû û di axaftinan de jinan got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramanên xwe ji milyonan mirovî re bûye îlham û li gel gelê Kurd, rê nîşanî gelên çewisandî yên Rojhilata Navîn kiriye.

Çalakî bi banga Yekîtiya Jinên Kurd Sara û Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê pêk hat, di çalakiyê de jina ji Emerîkaya Latîn jî ala Mapûche hilda û destek da çalakiyê.

Margo Jara ya ji Şîliyê jî got, ‘’Doza me yek e û armanca me weke hev e. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi biryardarî têdikoşe. Em jî li dijî emperyalîzmê têkoşîna serxwebûn û wekheviyê dimeşînin.’’ 


Li ezmanan jî doza azadiya Ocalan

Li aliyê din li ezmanên bajarên Holandayê Den Haag, Rotterdam û Arnehmê bi saetan pankarta li ser nivîsandî “Ji Ocalan re Azadî (Freedom for Ocalan)” hat firandin. Kurdistaniyan ev çalakî bi rasthatina 1´ê Îlonê li dar xist. 


 NAVENDA NÛÇEYAN