Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Golê ya Erdexanê de 3 leşker hatine kuştin û ev agahî da: “Di 23'ê Cotmehê de di saet 13.30'an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî gundê Akyolê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên li herêmê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatine kuştin 4 leşker jî birîndar bûne.”
HPG’ê diyar kir ku 22'ê Cotmehê li navçeya Elbaka Wanê li tevlêbûna li dijî herêma Masîro bi tevlêbûna cerdewanên Xaçkanê  operasyonek hatiye lidarxistin û operasyona li herêmê di 23'ê Cotmehê de paş de vekişiyaye.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22'ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî helÎkoptereke kobra ya xwestiye ji herêma Şehîd Kendalê sînor derbas bike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera derbe xwariye neçar maye ji herêmê dûr bikeve.”
HPG’ê aşkere kir ku 23'ê cotmehê  de li Şemzînana Colemergê li dijî herêma Gostê ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
 

ANF/BEHDÎNAN