Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemît, Seroka Kurdistan Komîte Jînîka Qadir, Serokê Saziya Nivîskarên Kurd ên li Ermenîstanê, helbestvan û rojnamevan Elî Xanê Memê û Midûrê dibistana gundê Elegezê, Wezîrê Evdal civîn birêve birin.

Qisekeran bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û xemsariya li pêşberî perwerdeya bi zimanê Kurdî, hat rexnekirin. Nivîskarê pirtûkan û Serokê Saziya Nivîskarên Kurd ên li ErmenîstanêElî Xanê Memê di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser zor û zehmetiyên li pêşiya amadekirina pirtûkan û destnîşan kir ku ew van pirtûkan diyarî berxwedana Cizîrê Botan dike.