
Komîteya Kurdan a li Ermenîstanê li navçeya Aboviyan a paytext Êrîvanê li bazarê stand danîn û îzme berhev kirin. Kampanya li rastî eleqeyek xurt a Ermeniyan tê. Bi taybet xwendekar, şêniyên Kurd û Ermenî eleqeyek mezin nîşan dan. Di çarçoveya bi sedan îmze hatin berhevkirin. Piştî ku Serokê Şêwra Kurdan a li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd bi awayeke fermî hevdîtin bi qeymeqam û şaredarê navçeyê re pêk anî û ji bo kampanyayê destûr hate dayin. Kampanya li navenda Aboviyan û deverên din ên Ermenîstanê berdewam dike. Serokê Şêwra Kurd Kinyasê Hemîd li ber standê daxuyaniyek da û diyar kir ku û diyar kir ku dê kampanyaya ji bo azadiya Ocalan heta sersalê bidome û got ku ji bo navçeya Aboviyan şaredarî û qemqamtiyê tenê ji bo du rojan destûr daye. Kinyasê Hemîd bi bîr xist ku ev du meh zêdetir e ku Kurdên li Ermenîstanê tevlî kampanyaya îmzeyan bûne û di van du rojan de, li navçeya Aboviyanê 1100 îmze hatine berhevkirin.
Ji bo Ocalan dûa dikin
Hemîd got ku eqeleyek xurt a Ermeniyan ji bo kampanyaya îmzeyan heye û her kesê ku dibîne mereq dike û dibêje ‘ji bo çi ye?’ û wiha domand: “Gava em dibêjin ji bo Ocalan bê dudilî îmze dikin û ji bo azadiya Birêz Ocalan dûayan dikin.” Kinyas ji ber vê yekê malavahiya gelê Ermen kir. Kinyasê Hemîd derbarê tecrîda li ser Ocalan de jî axivî û dewleta Tirk bi tundî şermezar kir. Kinyas ji Erdogan re got: “Tu nikarî bi derewan pêşî li Kurdan bigirî û wan a ji birêz Ocalan qut bikî. Bi mehan e dibêjin keştî xirabe ye. Lê hemî cîhan û dinê dizane ev yek derew e.”
Kinyasê Hemîd bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û têkoşîna gelê Kurd li Rojava silav kir û piştevaniya Kurdên li Ermenîstanê anî ziman.
ANF/ÊRÎVAN