Kurdên li bajar û navçeyên Ermenîstanê yên weke Elegez, Îçmezdîn, Taîln Oktonberyan, Artaşa û navenda paytext Êrîvanê dijîn, li Êrîvanê kom bûn dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya Kurdan dê du rojan berdewam bike.
Di merasima ji bo destpêkirina greva birçîbûnê hate kirin de posterên Ocalan hatin hildan û Endamê Komîteya Kurdistanê Davût Karasû axivî. Karasû bal kişand ser protesto û çalakiyên li hemberî komploya navneteweyî yên li welat û derveyê welat û got; “Êdî gelê Kurd dizane ku çiqas xwedî li rêbertiyê derbikev, li xwe jî ewqas xwedî derdikeve.”
Karasû got; “Em jî îro wekî kurdên li Ermenîstanê li vir kom bûn û em vê çalekiyê dikin, ji bo kêm be jî wekî gel xwe nêzîkî Rêberê xwe bikin û bi rêberê xwe re bijîn. Ji ber Rêber Apo afrênerê hebûna gelê Kurd e, gelê kurd jî li afrênerê xwe xwedî derketinê weke sedema hebûna xwe dibîne. Yê ku li hebûna xwe xwedî derneveke ji mirovatiya wî şik tê girtin. Li ser vî esasî em li hebûna xwe xwedî derdikevin û komploya navnetewî û tecrîta girankirî şemezar dikin”.

HARÛN HÊVÎ-ANF/ÊRÎVAN