Nivîskar Xelîl destnîşan kur ku Kurd xwe parçe parçe bi nav dikin û wiha axivî: “Koma yekemîn, beşek ji êzidiyan digot em ne Kurd in. koma din, hinek Kurdên Azerbaycanê digotin ku em ê Kurdistana Sor damezrînin. Beşek din ji Kurdên Ermenistanê dibêjin em Kurdistana mezin çêdikin. Lê belê beşek ji rewşenbîran dibêjin ne Kurdistana li Laçînê em dikarin vegerînin, Kurdistana mezin karê me ye, ne jî dibêjin em ne Kurd in.”

Der barê çalakiyên siyasî yên Kurdên Ermenistanê, Xelîl bilêv kir ku li Ermensitan û welatên din ên Yekitiya Sovyeta berê pirsa siyasî bi pêş neket û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku problemê me yên axê tune bûn, parçeyekî Kurdistanê li wan deran tune ye ku em bi siyasî bikaribin daxwaza wê yekê bikin.” 

AMED