Şahî di pola dersa Kurdî de hatibû amedekirin û malbatên hemû zarokan û dersdarê dibistanê jî amede bûn. Şahî bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Di şahiyê de hem kêfxweşî hem jî henek hebûn. Bi skeç û metelokê Kurmancî ve şahî bi henek û bi rexneyan berdewam kir. Dayik û bavan bi zarên xwe re , bi çepik û tîlîliyan tevlî coşî bûn.
Serokê Dibistana Elegezê Wezîr Avdaliyan axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha peyivî: “Em her çiqasî jî ji welatê xwe dûr ketibin û demek direj e em ji welatê xwe Kurdistanê dûr dijîn jî, rexmê hemû astengiyan, em li vir perwerdeyên zimanê Kurdî didin zarokên xwe. Dewleta Ermenistanê jî vê derfetê ji me re amede dike, lewre em spasiya dewleta Ermenistanê jî dikin.”
Em nahêlin zarên me asîmîle bibin
Avdaliyan got Kurd li ku dibin bila bibin, pewîst e bi awayekî baş xwedî li zar û zimanê xwe derkevin, wiha pê de çû: “Em nehêlin zarokên me asîmîle bibin. Hin kes hene hewl didin naqokiyan bixin nav me, dibêjin zimanê Êzîdîkî û Kurdî ev di destpêkê de şaş in. Em hemû Kurmanc in, gelek in. Divê ew kesên ku vê dibêjin werin bibînin bê ka zarokên me çiqasî xweş zimanê zikmakî bi kar tînin. Çiqasî xweş henekan dikin, metelok û stranan dibêjin bi navê welatê me Kurdistanê. Demeke dirêj di radyoya dengê Kurdî ya Erivanê de ji aliyê Aslika Qadîr ve dihat gotin ku bê ka zar jî çiqasî xweş dibejin.”
Piştre aktîvîte bi skeç û metelokên zarokan berdewam kir. Herî dawî wek aktîvîte strana “Welatê me Kurdistan” hate gotin. Di dawiya bernameyê de mamoste û midûrê Dibistanê jî axaftin kir û kêfxwşiya xwe bi lêv kir. Her wiha di aktîvîteyê de mamosteyên Ermen jî amade bûn û wan jî kêfxweşiya xwe diyar kirin. Li zarokan şekir û şîrînayî hatin belavkirin.
HARÛN HÊVÎ/ERÎVAN