Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê daxuyand ku di encama çalakiyên gerîlayan ên li Erzirom û Colemêrgê de herî kêm 6 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê hezîranê de di saet 12.30'an de li navçeya Çelêya Colmergê li dijî wesayiteke transît a leşker vediguhest qereqola Çil û nehemîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Her weha di navbera gerîlayên me û leşkerên ji nizamiya qereqolê dixwestin werin mudaxeleyê nêzî 20 deqan pevçûn rûdaye. Di encama çalakiyê û pevçûnên qewimî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, wesayiteke dijmin jî derbe xwariye.”
Li Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand; “. Di 16'ê Hezîranê de di saet 23.00'an de li Colemergê li dijî wesayita zirxî ya akrep a li derdora gundê Biyê dewriya digeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê derdora navenda Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye dorpêçkirin.”
Li Erziromê 4 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê pevçûna di 15’ê hezîranê li navçeya Gogsî ya Erziromê qewimî de ev agahî da; “Di 15'ê Hezîranê de li li navçeya Gogsiya Erziromê di navbera gerîlayên me û leşkerên ji qereqola Mela Osmên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin, wesayitek jî derbe xwariye.”
Li dijî Zap û Heftenînê topbaran
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku di 16-17’ê hezîranê de herêmê Heftenîn û Zapê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine topbarankirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Ji 16'ê Hezîranê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmê Ertûş, Cîloyê biçûk ên bi ser Zapê ne û herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara yên bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê Hezîranê de di saet 13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Gundê Bêtkarê, Girê Şehîd Mazlûm û derdora Ava Zapê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 17'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Qilabanê li dijî Geliyê Kuranişê, Quntarên Girê Nêriya û Herêma Deriyê Dawetiya yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.
ANF/BEHDÎNAN