Panêla ji aliyê xebatkarê Heyva Sora Kurdistanê Aslan Şahîn ve hate pêşkêşkirin de, nivîskar û rojnamevan Gunay Aslan wekî panelîst beşdar bû. Günay Aslan, di axaftina xwe da, bal kişand li ser erdheja ku li bajarê Wanê rû dayî û wiha got, "li bajarê Wanê tofanek mezin li ser gelê Wanê û heremê rû da. Xebatên gelê meyê ji bo rizgarkirinê û alîkariyên wekî din em silav dikin."
Aslan,  xebatên di derbarê erdhejê de hatîn kirin jî nirxandin û helwest û tevgeriya dewletê ya di derbarê erdhejê de rexnekir. Aslan helwest û tevgera dewletê ya derbarê erdhejê de nîşanda wekî helwesta hikûmeta AKP ê bi nav kir û wiha pê da çû; "Dewleta Tirk ji dewletên biyanî hemû alav û amûrên şer ji bo kuştina Kurdan dikirê an jî di gire. Lê ji bo rizgarkirin û alîkariya Kurdên maxdurên erdhejê alîkari yê qebul nake. Ev yek di rûtiyê û her wiha ne karê mirovahiyê ye. Wek minak, hikumeta AKP'ê ji dewleta Îsrailê, Heronan û çekên giran ê şer dikirê. Dîsa ji Elmanya panzêr û hemû amurên şer dikirê, lê alîkariya heman dewletan a ji bo erdhejê qebul nake. Ev helwesta hikumeta AKP'ê bi xwe ye."
Gunay Aslan, bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir û wiha got; "Pêwîste em gelê xwe yê di erdhejê de maxdur bûyîn bi tenê ne hêlin û ji bo alîkariyê çi ji destê me were em pêk bînin."

'Divê muzakere bidomin'

Gunay Aslan, di berdewamiya xaftina xwe da, pêwajoya nû jî nirxand û wiha got; "Li Kurdistanê îro şerek gelekî dijwar û hovane berdewam dike. Her roj bûyerên li dijî mirovahiyê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Kurdistan û Qendîlê rû didin. Xortên Kurd û Tirkan têne kuştin. Li gor nêrînamin, ev helwest û siyaseta hikumeta AKP'ê ya înkar û tûnekirina tevgera gelê Kurd wê bi ser nekevê û her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd dijwartir bike. Pêwîste hevdîtinên di navbera aliyan de ku berê hatibûn kirin jinûve werin berdewam kirin."
Gunay Aslan, di dawiya xaftina xwed da, bal kişand li ser çuyina Serokê Herema Kurdistanê Mesut Berzanî ya Enqerê jî û wiha got: "Çûyina Birêz Berzanî a Enqerê yê di pêvajoyek wiha nazik de, ne tesadûfe û ez dîsa bawerim ku ji bo navberiya her dû aliyan de di nav tevgerekîde ye." Panêl bi pirs û bersivdayîna pirsên beşdervanan bi dawî bû.  Di panêla hate li darxistin de, li navenda Komele yê,  ji bo abonetiya rojnameya me jî standek hate wekirin.  

ABDURRAHMAN KARATAŞ-STUTTGART