Malbatên şehîdan, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Essenê H. Cemîl, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropa Ahmet Aktaş, li ser navê NAV-DEM’Ê jî Îsmet Kem tevlî bîranînê bûn.
Di axaftinan de hat ziman ku bi awayekî aşkera Erdogan li hember Kurdan têk çûye. Hat diyarkirin ku di xendekan de mayî û êrîşî akademîsyenan kiriye.
Piştî axaftinan, li kolanên qelebalix ên Essenê meş hat lidarxistin. Hemwext li bajarê Bochûmê jî mîtîng û meşek hat lidarxistin.
Jinên şoreşger ên bîranîn
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, bi organîzekirina Komaleya Jinên Kurd ji bo jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane aktîvîte hat lidarxistin. Di aktîvîteya bîranînê de ji bo yên jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Ji Tevgera Jinên Kurd Havîn Guneşer axivî, wiha got: “Di vê pêvajoya ku em 3. salvegera bi hovîtî qetilkirina 3 hevalên xwe yên li Parîsê pêşwazî dikin de gelê me û jin bi berxwedanek mezin li dijî zilm û faşîzmê serî hildane.” Di aktîvîteya ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn, di serî têkîldarî qetlîamên 4 û 9’ê Çileyê, der heqê pêvajoyê sînevîzyonek hat pêşendan. Piştre helbest Kulîlkên Azadiyê ya Mehmet Çobanoglû hat xwendin û koma muzîkê ya Navenda Civaka Demokratîk stranên xwe yên li ser şehîdan gotin.
Ji bo Komara Mehabad aktîvîte
Li bajarê Sydney ê Avûstralya ji bo Komara Mahabad û Kobanê aktîvîte hat lidarxistin. Di aktîvîteya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin de ji bo yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di aktîvîteyê de Hevserokê DKTM’ê Brûsk Aeîverî axivî, salvegera Komara Mahabadê pîroz kir. Aeîverî got, “Xeyalên Qazî Muhammed li Rojava û Bakur Têkoşîna Azadiyê pêk anî. Rojnamevan Hasan Qazî bi rêya telefonê tevlî aktîvîteyê bû.
ESSEN/MELBOURN