Li Essenê ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê komîsyon hat avakirin. Komîsyona ji 25 kesan pêk tê, wê li hemû semtan xebata komîsyonên jêrîn bimeşîne. Berdevkê komîsyonê diayr kir ku wê xebatên ji bo hilbijartinê bi moral û movîtasyoneke mezin bimeşînin. Berdevk destnîşan kir ku eger her komîsyon bi moral û coşeke mezin bixebitin, serketin pêkan e.

Li Montpellîerê jî komîsyona hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir. Komîsyonê diyar kir ku hemû hilbijêrên qeyda wan li lîsteya hilbijêran nîne divê heta 10'ê Îlonê serî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Marsîlyayê bidin û qeyda xwe çêbikin.

Komîsyonê ragihand, ku ji bo çêkirina qeydan ew ê alîkariyê bidin hilbijêran û da zanîn ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ew dixwazin xwe bigihînin her kesên li vî bajarî û derdora wê.

Di daxuyaniya komîsyonê de hat gotin ku hemû hilbijêr, bi belgeyeke fermî ya nûmaraya nasnameya TC li ser heye, dikarin di navbera 8-25'ê Cotmehê de li Konsolosxaneya nêzî xwe, dengê xwe bi kar bînin.

 

Ji AGÎF'ê xebata1'ê Mijdarê 

 Endamên Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dest bi kar kirin. Di civîna amadekariyê ya li Komeleya Piştgirî û Dostaniya Enternasyonal a li Frankfûrtê de, endamên AGÎF'ê yên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Wîesbaden, Hochtaûnûskreîs û Morfeldê amade bûn.

Hevserokê AGÎF'ê Mesût Dûman li civînê peyivî û got, "Li dijî şerê AKP'ê yê nekarî xwe li serketina 7'ê Hezîranê rabigire, em ê bi hev re HDP'ê biparêzin. Yê li hemberî me tarîtî û paşverûtiyê temsîl dike. Em aşît, biratî û azadiyê temsîl dikin. Heta ku em bi hev re tevbigerin, wê ti hêz nikaribe me têk bibe."

Endamên AGÎF'ê di dewama civînê de, ji bo dengdayîna 8'ê Cotmehê û pêvajoya qeydkirina hilbijêran heta 10'ê Îlonê xebatên xwe yên werin meşandin plan kirin. Endamên AGÎF'ê ragihandin ku ew ê yek bi yek bi koçberan re têkiliyê deynin, malan ziyaret bikin û qeydan kontrol bikin. Her wiha ji bo birin û anîna hilbijêran ji bo dengdayînê, wezîfedar û muşahîdên li ser sindoqan, plansaziyek hat derxistin. 


 FRANKFURT