Li navendên cuda yên Ewropa pîrozbahiyên Newrozê bi çalekiyên cuda didomin. Li Den Haag’ê bi beşdariya 4 hezar kesî Newroz hat pîrozkirin. Her wiha li Kopenhag, Bukreş, Lînz û Zurihê pêr êvarî şahiyên Newrozê yên bi çoş hatin lidarxistin.

DEN HAAG: Li bajarê Holanda Den Haagê Newroz ji aliyê zêdeyî 4 hezar kesî ve hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li Holandayê dijîn, Newroz li Den Haagê bi şeveke girseyî pîroz kirin. Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav di axaftina xwe ya pîrozbahiya li Rijswijk’ê de diyar kir ku Newroz di heman demê re rojeke vejîn û azadiyê ye û got, “Kurd Newrozê li ser bingeha peyama Mazlûm Doga pîroz dikin.” Kav diyar kir ku Newrozên du salên dawî bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hîn bêtir watedar bûne. Fûat Kav her wiha bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên li dema Newrozê rast tê û got, “Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin.” Kav xwest Newroz bibe wesîleya serkatina rêveberiya xweser û aştiyê. Di pîrozbahiya bi beşdariya zêdeyî 4 hezar kesî de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza Amedê hat xwendin û li sînevîzyona ji axaftina Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat guhdarîkirin.
Pîrozbahiya ku Erdogan Emîr, Canê, Bengî Agirî, Evîn Karakoçan derketin ser dikê bi gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.
KOPHENAG: Kurdên ku li Kophenag’ê dijîn li Şanoya Mûzîkê a Albertslundê şevekî bi coş a Newrozê lidarxistin. Di şevê de Hozan Aydin, Natalya, Dîlo Doxan, Sileyman Rengîn, Koma Yahya, Grup Eftelya, Murat Kûçûkavci, Ramazan Kaya derketin ser dîkê. Wer wiha di şevê de Alî Yigit li ser pêvajoya dawî a li Kurdistan û giringiya Newrozê axaftin kir. Di şevê de nameya dawî a Ocalan hat xwendin.
BÛKREŞ: Li paytextê Romanyayê Bûkreşê pîrozbahiya Newrozê li baxçeyê komeleya Kurd bi agirê hat pêxistin destpê kir. Dîwarê pêşî yê komeleyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alan hate xemilandin û li dora agir govend hat gerandin.
LÎNZ: Kurdistaniyên ku li bajê Lînz ê Avusturya dijîn bi tevlîbuna 700 kesî Newroz pîroz kirin. Çetîn Oraner, Silbûs û Tarî, Engîn Xalikan, Jînda, Bawercan û Koma Dem di şahiyêde derketin ser dikê û nemeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hatî xwendin, het xwendin. Di şevê de helbestên koraya malbatê Musa Anter bi bal hatin guhdarkirin. Di şevêde folklora zarokên Musa Anter ji derketin ser dikê û rastî eleqeyekî mezin hatin.
ZÛRÎH: Li kontonê Zûrîh a Swîsra ev 3-4 rojin pîrozbahiyên Newrozê ku tên berdewamkirin, şeva fînalê li Dîetîkon berdewamkir. Zêdetirî 3 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di şeva Newrozê de peyama Rêberê Gelê Kurd Ebdulla Ocalan û Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hatin xwendin. Di şevêde endemê Konseya KCK Zûbeyr Aydar jî axaftinek kir. Di dema çalakiyên pirozbahiyê de koroya zarokan a St. Gallen, ji Koma Çarnewa Serhat, Çaxdaş, Koma Seyran Baran cih girtin. Hunermenda bi helbestê xwe coşa Newrozê gihiştandin asta jor û girseya qerebalix jî govend girt.

NAVENDA NÛÇEYAN




Li Rusyayê germa Newrozê

Li Rusya, Ukrayna û Kazakîstanê bi şahiyên hatin organîze kirin Cejna Newrozê hate pîroz kirin.  Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn bi şahiyekê Cejna Newrozê pîroz kirin. Şahiya ku saet di 18:00’an de li salona Konserê ya dewletê ya bi navê Rosy hat li darxistin de ji parlamenta Rusyayê Dûma jî parlementer amade bûn. Di şahiyê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo Newroz Amedê hatibû şandin bi zimanê Kurdî û Rûsî hat xwendin. Kurdistaniyên beşdarî şahiyê bibûn li ber stranên hunermend Rojda, Hecî Abbasî, Mîrzeaxa, Lîl neGGa, Yûra Devoyan, Mîroyê Qenat, Koma Xas Muzîk û koma folklorê ya Nûjîn govend gerandin.
Di şahiyê de standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhev kirin.  
Kurdistaniyên li paytexa Ukrayna Odessa dijîn, li gel parlamenterên herêmî yên bajêr cejna Newrozê bi şahiyekê pîroz kirin.
Cejna vejîn û berxwedanê Newroz, li navçeya Aşibûlak a paytexta Kazakîstan Almatayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.  Şahiya ku ji hêla welathezên Kurd Şervan, Saîd, Rêzan û Koma Kurdistan ve hatibû organîzekirin bi beşdairya gelek Kurdistaniyan pêk hat. Di şahiyê de li ser wate û girîngiya rojê rojê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan Kurdistaniyên beşdarî şahiyê bûne li ber stranên Koma Kurdistan û hunermendên heremî govend gerandin.  Şahî heya derengê şevê berdewam kir.

MOSKOWA/ODESSA/ALMATA