Banga tevlîbûna konferansê
Dê têkildarî mijar û rojevê 4 panele werin li darxistin. Li gorî vê di roja yekem ya konferansê 27’ê Nîsanê roja Şemiyê di navbera demjimêrên 12.00-15.00’an de panela binavê ‘Li Kurdistanê rewşa dawî ya siyasî’ dê endama KNK’ê Nîlufer Koç weke axaftinvan tevlî bibe. Di panela duwem ya di heman rojê de bê li darxistin bi ser navê ‘Şoreşa siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê’ dê endamê PYD’ê Şervan Hesen tevlî bibe.
Roja duwem ya konferansê ango 28’ê Nîsanê roja Yekşemê di navbera demjimêrên 10.00-12.00’an de dê panela binavê ‘Ciwanên Kurd yên li Ewropayê’ ku rojnamevan-nivîskar Meral Çîçek wek axaftinvan tevlî bibe dê bê li darxistin. Rûniştina dawî ya konferansê jî di navbera demjimêrên 14.00-17.00’an de ku moderatortiya wan dê ciwan bikin dê têkildarî çareseriyê dîtin û pêşniyarên xwe bînin ziman, her wiha dê nîqaşek serbest were kirin.
KON-KURD bang li ciwanên Kurd yên li Ewropayê û Kurdistanê hate kirin ku, tevlî konferansê bibin, her wiha ciwanên ku bixwazin bi dîtin û pêşniyarên xwe sûdê bidin konferansê, ragihand ku ji bo derbarê konferansê de zêdetir agahiyan bixwazin bigirin ew dikarin ji federasyon û komeleyên girêdayî wan bigirin.
Têkildarî navnîşana konferansê jî ev agahî hatin dayîn:
Mehrz weckhalle
Helmholtz Str.
53840 Troisdorf (Friedrich-Wilhelms-Hutte) / Deutschland
ANF/TROISDORF