Li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê kongreyên Meclîsên Gel û Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de hevserok û endamên komîsyonan hatin hilbijartin.

HAMBÛRG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî û meclîseke gel a ji Altona, Sternschanze û Pînnebergê pêk tê, ava kir. Li hambûrgê, ku heta niha bi meclîseke gel kar dihat meşandin, biryar hat dayîn bi du meclîsan ve rêxistinbûyîn bê kirin. Di kongreya roja Yekşemê de bi sedan kes amade bûn û piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan da xuyakirin, ku projeya rêya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê, hesabên hêzên emperyalîst serûbin kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bal kişand ser girîngiya pêşengiya jinê. Ceylan destnîşan kir, ku divê berxwedana xwerêveberiyê baş were naskirin. Li dû xwendin û nîqaşkirina raporên xebatê û maliyeyê hilbijartin hat kirin û Hediye Konakpinar û Gundî Amara ji bo hevserokên meclîsa gel hatin hilbijartin.

MANNHEÎM:  NCDK a li bajarê Elmanya Mannheîmê kongreya xwe ya asayî li komeleya Lûdwîgshafenê lidar xist. Li dû deqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê peyamên AGÎF, ADHK, AABF, YNK, Tevgear Goran, Xidir Zûhak û Mistefa Niştiman hatin xwendin. Di kongreyê de nûnerên YKJ, KOMAW û Komalên Ciwan jî li kongreyê amade bûn. Di kongreyê de 9 komîsyon û meclîsa ji 51 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya navendê jî Cano Yildiz û Gulu Kisacik hatin hilbijartin. Kongre diyarî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.

BONN: Li bajarê Elmanya Troîsdorfê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 4. pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijaritna dîwanê, rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin rêveberiya meclîsê hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiyê Salman Kedîk û Fatma Kiliç hatin hilbijartin.

OSNABRUCK:  Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Osnabruckê dijîn bi dirûşmeya “Bi ruhê neteweya demokratîk, em xwe li navendên civaka demokratîk bi rêxistin bikin” 3. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd lidar xistin. Tevî 61 delegeyan bi qasî 150 kes tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de Meclîsa ji 53 kesan a ji 10 komîsyonan pêk tê hat avakirin. Ji bo Hevserokatiyê jî Medya Fatma Îlhanli û Mîthat Goren hatin hilbijartin.

BENSHEÎM:  Li herêma Bensheîm a li bajarê Elmanya Essenê jî, Kurdistaniyan kongreya xwe ya NCDK’ê li dar xistin. Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî beşdarî kongreyê bû û di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Goksûngûr berxwedana li hemberî van êrîşan silav kir û ji bo Kampanya Malbata Bira ya ji bo Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê hatiye destpêkirin, banga tevlîbûnê kir. Goksûngûr her wiha berxwedana Elewiyan a li Terolarê jî silav kir. Di dawiya kongreyê de ji bo Hevserokatiya NCDK a Bensheîmê Ayşe Damrî û Osman Saçî hatin hilbijartin.

BERN: NCDK a bajarê Swîsre Bernê, kongreya xwe ya meclîsê lidar xist. Di kongreya li Komeleya Çanda Kurd a Bernê hat lidarxistin de bi dehan Kurdistanî amade bû. Xidir Dêrsim li dû deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê mafê axaftinê wergirt û rewşa siyasî nirxand. Paşê raporên kar hatin xwendin û nirxandin. Di encama hilbijartinê de jî mesûd Hasgul û Sevgî Tozlûkaya weke hevserok ji NCDK a Bernê re hatin hilbijartin.

MARÎGNAN: Li bajarê Marîgnan a ser bi bajarê Fransa Marsîlyayê Meclîsa Gel kongreya xwe pêk anî. Di şexsê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir de kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Felat Marînos di axaftina xwe ya li vir de da xuyakirin, ku şer û têkoşîna heyî di dîroka têkoşînê de serdemeke nû ye. Piştî axaftinan rapora xebatê hat xwendin û nirxandin. Dûre Meclîsa ji 50 kesî hat hilbijartin û Emîne Çîftçî û Yakûp Yalçiknaya ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

PARÎS: NCDK a Parîsê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Kongre li Lokala navenda Civaka Demokratîk bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Nîqaş li ser kar û barên meclîsê hat kirin û piştî xwendina rapora kar a dema bihurî, meclîsa ji 56 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Heyber Akdogan û Ozcan Bahşî hatin hilbijartin.

PARİS / VILLIER LE BEL:  NCDK a Vîllîer le Bel a Parîsê kongreya xwe pêk anî. Siyasetmedarê Kurd Yaşar Arîf rewşa dawî ya siyasî nirxand û destnîşan kir, ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye.  Di kongreyê de Mehmet Sûbaşi û Saniye Ayik ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha meclîsa ji 61 kesan bi hilbijartinê hat destnîşankirin. Kongre bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

WELS:  Li bajarê Awûstûrya Welsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat vekirin. Di kongreyê de komîsyona ji 40 kesan hat hilbijartin û Dondu Çoban û Osman Bozkûrt weke Hevserokên Navendê hatin hilbijartin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN





Li Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê



Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Şaxa YXK’ê ya Viyanayê duh kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Kongreya ku li Navenda Çandê ya Elewiyan hate lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir. Di kongreyê de li ser tecrîda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana YPS’ê nirxandin hatin kirin.  Piştî nirxandinan, reveberiya nû hat hilbijartin. 

PYD’ê  li paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreya xwe a 2’yemîn li dar xist.  Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk  a Kurd a Viyanayê hat lidarxistin de berdevkê PYD’ê yê Ewropayê û 100 delege amade bûn. Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin û piştre reveberiya nû hate hilbijartin.  Kongre bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 


 VIYANA