Li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê hatin lidarxistin.
Li Swêdê Newroza herî bi coş a van salên dawiyê hate pîrozkirin. Kurdan bi pîrozbahiya xwe dan diyarkirin ku ew ê bi berxwedana xwe bersiveke xurtir bidin êrişên topyekun ên li ser gelê Kurd, qedexekirina Newroz, zext û girtinên ji aliyê dewleta Tirk ve.
Zêdetirê 5 hezar Kurd li salona Solna Hallen a paytext Stockholm kom bûn û stran gotin, govend gerandin û dirûşim qîriyan. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk hat de, dirûşimên “An Azadî, An Azadî” hatin gotin.
Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Necîbe Omer pêşketinên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand û got; “Sala 2012 sala serkeftina Kurdan e.”
Piştî nîşandan sînevîsyonê, Diyar, Dîno, Nûarîn, Ayad Hewlêr, Rozerîn Kahraman derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li Brightonê şahiya Newrozê
Li bajarê Bringhton ê Îngilîstanê cara yekemîn Newroz hate pîrozkirin û bi sedan kes beşdar bûn. Pîrozbahiya ji aliyê Komeleya Kurdan (Sussex Kurdish Community) ve hate lidarxistin, dîmeneke rengîn derxist holê.
Posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê, pankartên “Newroz Pîroz be” yên Kurdî û Îngilîzî bi dîwarên salona şahiyê ve hatin daliqandin. Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên Kurdî ve pîrozbahiyê xelmilandin.
Piştî axaftinan Koma Vengê Dûr û Kurdısh Rap Star Zagros derketin ser dikê. Piştre jî Govenda Aşitî bi govendên gelêrî ve derket ser dikê. Her wiha, di pîrozbahiyê de ji aşxaneya Kurdan xwarin û şîrahî jî hatin nîşandan. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Zêdetirê 2 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya yekşemê li bajarê Saletat a ku 47 km ji Strasbourgê dûr e, hate lidarxistin bûn. Çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji 1’ê adarê ve li Strasbourgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine jî beşdar bûn. Li ser navê çalakgeran Fûat Kav axivî û diyar kir ku ew ê heta rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya xwe bidomînin.
Piştre jî Koma Silbus û Tarî, Kawa, Deniz Deman, Semyan Adar, Alî Gül derketin ser dikê û koma folkorê ya Strasbourg û Metz jî beşdarî çalakiyê bûn û derketin ser dikê.
Heman rojê li bajarê Götzis ya Awituryayê jî li Komeleya Kurdan a Vorarlberg pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.
Her wiha, bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya li Sydeya Awisturalyayê jî bûn. Pîrozbahî roja yekşemê ji aliyê Komeleya Kurdan li Blacktown Bowmen Hall hate lidarxistin. Dika mezin a ji bo şahiyê bi posterên Ocalan û alên KCK’ê hatin xemilandin. Piştî xwendina peyama KCK’ê hunermend Roj, Hozan Xanemir û Bulent Turan girseyê coşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Krasnaderê pîrozbahî
Cejna vejînê Newroz li bajarê Krasnadera Federasyona Rûsyayê ji liyê Kurdan ve bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahî, di 17’ê adarê de li salona Kubanskogo Kazaçego Xora ya bajarê Krasnaderê demjimêr di 13.00 de dest pê kir. Kurdên li hemû deverên Krasnaderê dijîn beşdarî pîrozbahiyê bûn û Newroz bi coşeke mezin hate pîrzokirin.
Pîrozbahî, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Berpirsê Otonomiya Çanda Kurdên Krasnader ya Medyayê Işxan Ankosî axivî û cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.
Ankosî diyar kir berxwedana Newrozê li hemberî hemû girtin, tercîrd û binçavkirina bersivek e û got; “Ez li vir silavan ji Rêber Apo re dişînim û cejna wî pîroz dikim. Gelê Kurd çarese din îspat kir ku tu hêz nikarin me ji Rêberê me bikin û teslîm bigirin.”
Televîzyona Herêma Krasnadarê ya bi navê bi nave Krasnadar 9 jî beşdarî şahiya Kurdan û şahiyê şopand. Piştre hunermend Sîmar û Firat Çekan, komên mûzîk û folklorê derketin ser dikê. Cejna Newrozê bi dirûşimên “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê bi dawî bû.
KRASNADER