Ji ber ku ev teşe xebat despêkeke nû bû, wisa jî têgihiştina wê jî bi zehmetî çêdibû. Me derbarê xebatên meclîsên gel yên li paytexta Almanya Berlînê de bi hevserokên Meclîsa Gel ya Neuköllnê Nûrê Alkiş û Cabbar Dogan re axivî. Hevserokan derbarê xebatên xwe de herwisa jî astengî û bendên li pêş xebatan de agahî dane rojnameya me. Hevseroka meclîsa gel a Neuköllnê Nurê Alkiş ji Midyadê ye û ev bêtirî 20 sal e, li Almanya dijî. Li gel barê malbatê rojê 6 saet di karekî de dixebite, dîsa jî vana ji xwe re asteng nabîne û di nav xebatê de wek jineke kurd wisa jî bi nasnameya êzdayetiyê ve cih digire. Alkiş ji xebatan pir bi hêvî ye; gava behsa astengiyan jî dike çavên wê bi baweriya bi serketinê ve dibiriqin;


"Rêveberiya gel a serbixwe"

Li gorî hevseroka meclîsa gel a Neuköllnê meclisên gel wekî îfade û tacidariya bilind a xebatên salan yên gelê kurd e. Bi gotineke din gihiştina hedef û armanca têkoşîna salan e. Alkiş ev angaşta xwe jî wiha bilêv dike: "Xebatên ku heta niha di qada siyaseta kurd de hatine kirin, ji bo gihiştina meclîsa gel a azad û serbixwe ye. Ne alîkarî û desteka dewletekê, ji bingehê ve bi gel re, xwe birêvebirin e û avakirin e. Armanca me ya bingehîn rêveberiya gel a serbixwe ye, wisa jî neqilkirina saziyan ji bo ser axa welat e. Li hemberê dewletên ku di nav de dijîn, nîne, lê li gorî wan jî nîne. Pergaleke nû ye; him tê ceribandin û him jî bingeh digire. Cudahiya di navbera xebatên komele û meclîsan de jî eve ku meclîs nûneriya organê herî bilind a gel dike. Helbet bi gelek awa û teşeyan ve wekhevî jî di nav wan de heye, lê cudahiyên girîng jî dihundirîne. Eger mirov wek sazûmana dewletî hizir bike; komele wek saziyên pratîk in, lê meclîs di asta bilind de nûneriya gel dike. Hevalên ku di nav herdû saziyan de jî kar dikin hene, ev bi xwe re zehmetî jî tîne, lê gava mirov li rûmeta wê dinêre ew zehmetî jî nema li ber çavên mirov xuya dikin. Ez wek jineke xwedî zarok û malbat wisa jî rojê 6 saet karekî dîtir dikim, dîsa jî di nav xebatê de cih digrim, Gava li dora xwe dinêrim gelek jinên me kêm zêde di heman rewşê de ne, ev jî dide nîşan ku me sînor qetandine, em êdî astengî nas nakin."

Civaka têra xwe bike
Alkiş derbarê rewsa jinê ya di nav meclîsê de jî wiha axivî: Li aliyê din xebata me ya bingehîn û girîng xebata jinê ye. Jina xebatkar civaka xebatkar e, jina azad civaka azad e, jina serbixwe civaka serbixwe ye...Komîsyonên ku bi her awayî di nav civaka kurd de rêxistinkirî ne kar û xebatên xwe dikin. Ev ji karên zarok û ciwanan bigir heta bi dad û edaletê ve dirêj dibe. Pirsgirêkên civakê çi dibe bila bibe, li gorî wê komîsyoneke peywirdar heye. Wek ciwan, edalet, çand û wd… Bi vî awayî jî gel hewcedarî bi saziyên dewletê nabîne. Bi taybetî li welêt saziyên mêtîngeran vala tê derxistin."

Şoreşa Rojava
Alkiş sedemê tevlibûna aktîf a xebata siyasî jî wiha tîne ziman: "Ji sala1992 ê heta niha ez qada siyasî ya kurd dişopînim, her pêşdeçûyîn e. Lê gelek sedem û ya sereke jî şore- şa Rojava kir ku ez bêtir xwe tevli xebatan bikim. Ji heft salî heta heftê salî parçeyekê welêt di nav agir de têdikoşe, ez çawa li mala xwe rûnim û vêna nebînim." 


Bang li êzîdiyan
Nûrê Alkiş li gel nasnameya jinê, wisa jî bi nasnameya xwe ya êzdayetiyê jî tevdigere û di vî derbarî de jî hestên xwe wiha vedibêje: "Di heman demê de ez wek jineke êzîdî ya kurd di nav xebatê de cih digirim. Banga min li civaka me ya êzdî jî ev e ku xwedî li doza kurdayetiyê derkevin. Êzîdî kurdên herî resen in, pêşî û kalikên kurdan êzdî ne, divêt êzîdî li wan pirtûk û qewlên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin, xwedî derkevin."

"Kurd nebûne xwedan meclîs"

Hevserokê Meclîsa Gel a Neuköllnê Cabbar Dogan jî li ser xebatên meclîsan û girîngiya wan disekine, dide zanîn ku heta niha kurd nebûne xwediyên meclîsên xwe, yan neçar mane di nav meclîsên dagirkerên Kurdistanê de xwe bi rêxistin bikin yan jî li derveyê welêt, li diasporayê hewla vê xebatê dane. Dogan yek ji kedkarên xebatên gel ê paytext Berlînê ye. Bi salan çenta wî li milan xizmetên cûr bi cûr yên ji bo gel dikir. Sirûştiye ku gel jî kedkarekî bi vî rengî bi barê hevseroktiyê ve bi xelat bike. Dogan herwiha têgiha "hevserok" jî zêde dibîne. Dibêje "berdevk" bête gotin, bes e.

Berdevkî bese
Cabbar Dogan jî li gel hevserok Nûrê Alkiş di nav keftûlefta karûbarên Meclîsa Gel de ye. Dogan di warê kar, astengiyên li pêşiya wan û armancên wan yên dahatûyê de wiha axivî: "Di xebatên meclîsên gel de ya herî girîng ev e ku gel fêrî xwe bi rêvebirînê bibe, sazî damezirandin, avakirina dezgehên neteweyî gel ber bi miletbûnê ve, ber bi netewebûnê ve dibe. Dike xwedan tecrûbe, ezmûneke xwezahî derdixîne holê. Di raboriya 40 salan a xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de ev rastî derketiye pêş. Ji serdema avakirina komeleya yekemîn bigir heta ezmûnên Kongreya Neteweyî û Parlamena li Derve wisa heta meclîsên gel ev pêvajo her bi pêş ve çûye. Her sazî û dezgeh bûye çeper û mewziyeke gel, di nav van saziyan de fêrî xebata hevbeş, kollektîf û xweser bûne."

Kevneşopiyên berê hene

Hevserok Dogan derbarê astengiyên li pêş wan de jî wiha axivî: "Hînbûnên kevin xwe di nav meclîsan de jî didin der. Ew fêrbûna hiyarerşîk a rêxistînî berdewam dibe. Wek mînak, komîsyon hene, lê ev ne saziyên dewletê ne, gava mirov dibêje hiqûq, dad, demildest zor tê bîra mirov, hiquq di heman demî de ceza ye jî. Lê di nav meclîsên me de ev ne pêkan e. Ronîkirina rastiyan û îqnakirina aliyan bingeh e. Wekî din tiştekî zêde ku em bikin nîne; di dîrok û kevneşopiya kurdî de nimûneya rûspiyan heye, ew jî bê zor û mûeyîde tevdigeriyan. Ronî û îqna dikirin, civak bi sedan salan wisa li jiyana xwe berdewam kir."

Girîngiya perwerdeyê

Hevserok Dogan yek ji mercên bi serketina xebatê jî xala perwerdehiyê dide nîşan, li gorî Dogan bê perwerde ne pêkan e ku ev kar bi ser keve û wiha li gotinên xwe berdewam dike:"Niha di destê me de pirtûkeke zagon û hiqûqê nîne. Lê em li ser pirtûka "5 an a reberê gelê kurd Abdullah Ocalan disekinin, di wir de gelek xalên bingehîn têne ronîkirin, pêdiviyên civakê bi çi heye, çi dixwaze, ji aliyê derûnî, moral û heta zagonî ve her babet tê de bi berfirehî cih digire. Eger em baş bixwînin û analîz bikin, emê bi lezgînî bi pêş bikevin." Herwisa hevserok Dogan bernameya xebata Meclîsa gel jî wiha radigihîne: 15 roj carek berdevk kom dibin, 30 roj carekê jî komîsyon dicivin û du meh carek jî meclîs bi tevahî komcivîna xwe li dar dixe.


YEKO ARDIL/BERLÎN