BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê serketina HDP’ê ya di hilbijartinê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Bi zelalbûna encamên hilbijartinê re Kurdistanî û Tirkikyeyî li Berlînê civiyan û alên HDP, KCK, rengên kesk, sor û zer hildan. Girseya gel a li Kottbusser a Kreuzberê civiya dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîriya.

Di pîrozbahiyê de parlamenterên Partiya Çep a Elman Ûla Jelpke, Andrea Hûnko û Parlamenterê Parlamenta Berlînê Hakan Taş jî amade bûn. Ûla Jelpke di axaftina xwe ya li vir de got, “Tevgera Kurd serketinek bi dest xist. Ev yek wê li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber pêşketinên girîng veke.” Jelpke her kesên keda xwe heye pîroz kir û got, “Ji niha û pê ve em ê xebata xwe ya bi tevgera Kurd û pêkhateyên wê re dewam bikin.”

Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Andrea Hûnko jî da xuyakirin ku serketina HDP’ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku Ocalan ev yek her tim parastiye. Hûnko anî ziman ku wê êdî rewşa Ocalan jî di rojevê de be û got, “Ji niha û pê ve parçeyek ji têkoşînê wê azadiya wî be. Hemû kesên keda xwe di vê serketinê de heye, hemû HDP’yiyan silav dikim.”

FRANKFURT: Li bajarê Almanya Frankfurtê, serketina HDP’ê ya hilbijartinan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi zelalbûna encamên hilbijartinê re Kurdistaniyan di destpêkê de bi konvoyeke wesayîtî li nava bajarê Frankfûrtê tûr avêt. Dûre li navênda bajer li meydana Konstablerwache kom bûn û govend gerandin. 

KOLN: Li ber Dêra Domê ya Dîrokî de ekraneke mezin hat amadekirin û encamên hilbijartinê bi awayekî zindî hat şopandin. Piştî ku sindoq vebûn 3 hezar kesên kombûyî bi coşeke mezin dirûşmên “Em HDP diçin Meclîsê” qîriyan û bi stranên Hozan Diyar û dahol û zirneyê govend gerand.

HEÎLBRONN: Li bajarê Heîlbronnê bi qasî 500 Kurdistanî û Tirkiyeyî serketina HDP’ê ya di hilbijartinê de pîroz kirin. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Omer Onen jî bi rêya telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû.

WÛPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppertalê jî encamên hilbijartinê li navenda NAV-DEM’ê bi coşeke mezin hatin pîrozkirin. Dûre Kurdistaniyan bi konvoyek ji wesayîtan li nava bajêr geriyan û dirûşmên “Bijî HDP”, “Bijî Serok Apo” gîriyan. 

MUNSTER: Li bajarê Elmanya Munsterê jî serketina HDP’ê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li Munsterê jî derketin kolana û govend gerandin. 

NURNBERG: Li Vîlla Leon a bajarên Elmanya Nurnbergê, pêkhateyên HDP’ê û Kuridstanî civiyan û bi coşeke mezin derbasbûna HDP’ê ji bendê pîroz kirin.

BÎELEFELD: Li bajarê Elmanya Bîelefeldê hejmareke zêde mirovên ji gel û baweriyên cuda, piştî serketina HDP’ê dest bi pîrozbahiyan kirin. Girseya gel li Meydana Keselbrîngê civiya û bi gerandina govendê serketina HDP’ê pîroz dike.

DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê, gel dest bi pîrozbahiyan kir. Serketina HDP’ê bi Elmanan re tê pîrozkirin.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, HDP’yiyan bi aşkerabûna encamên destpêkê yên hilbijartinê re kêfxweşiya xwe bi gerandina govendê nîşan dan. Bi sedan kesî li ber dahol û zirneyê govend gerandin û fîşekên hewayî teqandin. Girseya gel dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” qîriya.

DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê, encamên hilbijartinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, hat şopandin. Girseya gel a li vê derê dirûşmên “Em HDP li Meclîsê” diqîrin.

LÎNZ-VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Lînzê jî serketina HDP’ê hat pîrozkirin. Girseya gel bi konvoya ji wesayîtan, serketin pîroz kir. Hemû pêkhateyên HDP’ê li avahiya ATIGF û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê, encamên hilbijartinê şopandin.

PARÎS-LORÎENT: Serketina HDP’ê li paytexta Fransa Parîs û bajarê Lorîentê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

Endamên destpêkê yên hilbijartinê ji aliyê HDP’yiyan ve li hemû komeleyên derdora Ile De France hat şopandin û bi diyarbûna encaman re pîrozbahiyan destpê kirin. Ji banliyoyên derdora Parîsê koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Meydana Repûblîqûe ya dîrokî kom bûn û bi alên HDP’ê tûr avêtin. Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê.

STOCKHOLM-GOTEBORG-GAVLE: Serketina HDP’ê li bajarên Stockholm, Goteborg û Gavle jî ji aliyê Kurdistanî û Tirkiykeyî hate pîrozkirin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê encamên hilbijartinê temaşe kirin. 

Kurd, Tirk, Suryanî, Sunnî, Elewiyên li bajarê Goteborgê dijîn jî di derengiya şevê de li Qada Gota hatin cem hev û govend gerandin, stran gotin. Kurdên li Gavle jî hatin cem hev govend gerandin û piştre konvoy avakirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Kurd bi ser ketin


Piştî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê de çapemeniya cîhanê jî cihekî girîng da serketina HDP´ê û dewra wê li ser diyarkirina siyaseta li pêşiya Tirkiyeyê. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê New York Timesê bi wêneyekî alîgirên HDP´ê ku li pişt wan portreyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar e û bi sernivîsa “Partiya Erdogan a desthilatdar pirranî ji dest da”, li Franseyê Le Monde Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtas derxist pêş, li Elmanyayê Die Weltê encamên hilbijartinê ji bo AKP´a Erdogan weke destpêka dawiyê bi nav kir.  

New York Timesê binketina Erdogan û derbxwarina AKP´ê bi hejmaran derxistiye pêş û dibêje, “Tirkiyeyê ji Erdogan re got, bes e”. Rojname HDH’ê weke serketiya hilbijartinan bi nav dike û ji devê Selahattin Demirtaş dibêje, Tirkiye “ji devê felaketê vegeriya”.

Herçî the Times e bi sernûçeya Kurd bi ser ketin, û hilbijêrên Tirk jî Erdogan asteng kirin tevahiya merama gotara xwe ya li ser encamên hilbijartinan vedibêje. The Times ji bo Erdogan dibêje, “xweziya wî ku weke Putin xwe xurt bike di ber de ma” û ji bo HDP´ê jî dibêje, ev yekem care ku di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de Kurd bi ser ketin.


‘Obamayê Kurd’

Rojnameya Ingilîz The Guardianê bi xwe Demirtaş bi sernûçeya xwe derxistiye pêş “Obamayê Kurd stêrka geş a welêt a nû ye”. Rojname bi bîr dixe ku Erdogan li dijî Demirtaş kampanyayeke reşkirinê a hilbijartinê meşandibû û Demirtaş jî bi sersarî û eqlîselimiya wî dipesinîne.

Herçî rojnameya Elman Frankfurter Rundschau ye, cezakirina AKP´ê kiriye sernûçe û bi wêneyê pîrozbahiya serketinê ya alîgirên HDP´ê stûnek ji nûçeya xwe re avakiriye. Serketina HDP´ê û şikestina AKP´ê jî ji devê çavdêrên hilbijartinan weha dinirxîne “Serketinek e ji bo demokrasiya Tirkiyeyê.” 

Rojnameya muhafezekar a Elman Die Weltê bi xwe Erdogan derxistiye pêş bi sernûçeya “Destpêka Dawiya Desthilatiya AKP´ê ya Erdogan”, lê ji bo vê jî vî şertî datîne, “heke hersê partiyên muxalefetê ehmeq tevnegerin” Li gora gotarê ev ê bibe lihevhatineke aliyên şerê navxweyî jî.


‘Planên AKP’ê têk çûn’

Rojnameya bulvarê ya Elman Bildê bi gotinên “Erdogan hat frenkirin… AKP bi bin ket” ya dilê xwe dibêje. Rojname îşaret pê dike ku serketina HDP´ê planên AKP´ê serûbinî hev kirine.

Rojnameya Fransî Le Monde bi xwe tercîh kiriye ku Demirtaş li navenda gotara xwe bi cih kiriye. Li gorî wê HDP´ê benda li pêşiya xwe şikand û di çarenûsa Tirkiyeyê de jî bû xwedî dewreke diyarker.

Di çapemeniya Îtalî de jî Ansayê got erdheja Kurd li Tirkiyeyê dawî li siltaniya Recep Tayyip Erdogan anî. Ansayê HDP jî şiband Podemos a Spanî. La Stampayê li Îtalyayê jî gotiye Kurd bi encamên dîrokî ketin meclîsa Tirk. 

Corriere Della Sera jî dibêje ya ku xweziya serokatiyê ya Erdigan di ber wî de hişt hevserokê HDP´ê Demirtaş bû. La Repubblica jî dibêje fikra Erdogan a pêkanîna sîstema serokatiyê bi dawî bû.  


 LUQMAN GULDIVÊ