Li Ewrûpa seferberiya HDP´ê
Li Ewrûpayê, karê HDP’ê yê li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi berfirehî û seferberî dewam dike. Ji Elmanyayê heta bi Swêdê, li geek welatan û bajaran çalakî û civînên bi hilbijêran re hebûn.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, karê HDP’ê yê ji bo hilbijartinê bi danîna dezgehan dewam dike. Li navçeyên Wedding, Kreuzberg, Spandau û Schoeneberg ên Berlînê, ji bo HDP’ê û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dezgeh hatin danîn. Bi sedan belavok hatin belavkirin û Hozan Aydin jî bi stranên xwe reng da çalakiyê.
Karê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi civîna gel a herêma Mêrdînê dewam kir. Civîn li Mizgefta Mezopotamyayê ya Neukoellnê pêk hat ku nûnerên Mêrdîniyên li Berlînê, raporên xwe yên li ser karê heftane pêşkêş kirin. Şaredarê berê yê Gimgimê yê HDP’yî Huseyîn Guneş jî ji bo piştgiriyê tevlî civînê bû.
Di civînê de hate bibîrxistin ku bi hezaran Mêrdînî li Berlîn û derdora wê hene û berpirsyarên komîsyon û rêxistinbûna malbatan hatin diyarkirin. Meleyê Mizgefta Mezopotamyayê Mele Dawûd Oseme ku bi xwe ji Mêrdînê ye, di civînê de axivî û îşaret bi girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir.
Dengê xwe bidin HDP´ê
Li bajarê Elmanyayê Bad Fallingbostelê li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîneke gel hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî civîna li Mala Êzîdiyan bûn. Ji bo destekkirina HDP’ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş îşaret bi girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê hate kirin.
Li bajarê Elmanyayê Ulmê jî ne tenê li salonan, her wiha li kolan û meydanan jî karekî berfireh ê hilbijartinê tê kirin. Komîteyên HDP’ê li vir ji bo birinûanîna dengdêran gelek otobus kirê kirine û doh li navenda bajêr dezgeha agahdarkirinê danî.
‘Divê hemû Elewî li dorî HDP’ê bibin yek’
Têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê panelek hate lidarxistin. Ji aliyê Kordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Frankfûrt û Komeleya Navenda Çanda Elewî ya Frankfûrtê ve li Komeleya Elewiyan panel hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngur û Tûrgût Oker ê namzetiya wî ji aliyê YSK’yê ve hate redkirin, weke qiseker beşdar bûn.
Fatoş Goksûngûr got: “Em neçar in hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi ser kevin û ji bo vê, divê her kes heval û derdora xwe ji bo dengê xwe bide HDP’ê qaneh bike.”
Piştre jî Tûrgût Oker diyar kir ku Elewiyan cihê xwe li cem HDP’ê girtiye. Oker wiha pê de çû: “Em ê bi hemû hêza xwe ji bo hilweşandina bendê û zilmê di nava hewldanan de bin.” Oker bi bîr xist ku YSK´ê vetokirina namzetiya wî elaqedar kiriye bi axaftineke di dema qetlîama Mereşê de û bang li hemû Elewiyan kir ku li dorî HDP’ê bibin yek.
Li dijî tofaqên faşîst HDP
Li Marsîlyayê civîneke gel hate lidarxistin û bang li her kesî hate kirin ku li dora HDP’ê bicivin.
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya li Başûrê Fransayê doh li salona dawetê ya Place Des Rose ya Marsîlyayê civîn bi rê ve bir û qederê 800 kesî beşdar bûn. Di civînê de şehîdên meha Gulanê jî hatin bibîranîn. Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û qisekeran destnîşan kir ku ew ê dilsozê mîrateya şehîdan bin. Di dema fitarê de jî mewlûda bi Kurdî hate xwendin û ji bo berxwedêran dua hate kirin.
Parlamenterê berê yê Wanê yê HDP’yî Ozdal Uçer di civînê de got, li dijî tifaqên rastgir ên li Tirkiyeyê, divê her kes ji bo HDP’ê bixebite û got, HDP partiya aştî û gelan e. 1’ê Hezîranê li La Joliet a Marsîlyayê, wê li salona Docks des Sud şeveke HDP’ê bê lidarxistin. Namzetê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan wê tevlî şevê bibe. NAVENDA NÛÇEYAN