Li gorî Nivîsgeha Amarên YE’yê Eurostat’ê bi meha Cotmeha 2011’an re rêjeya bêkaran li tevahiya YE’yê gihiştiye ji sedî 9,8; li herêma Euro jî ji sedî 10,3 gihişt asta herî jor.
Li herêma Euro’yê ji par û vir ve bi zêdebûna 367 hezar bêkarên din gihişt 16 mîlyon û 294 hezaran.

Li Spanyayê rêjiya ji sedî 22.8
Spanyaya ku qeyrana aborî pê gewriya wê girtiye, di rêjeya bêkaran a ji sedî 22,8’an serê betalgeriya Ewrûpayê dikşîne; Yewnanistana ku li ber miflisê/îflasê ye jî bi rêjeya ji sedî 18,3 hema li pey Spanyayê ye. Li Yewnanistanê di hundirê salekê de rêjeya bêkaran ji sedî 6 zêde bû. Rêjeyên bêkariyê yên hinek welatên din ên YE’yê jî wiha ye: Frense ji sedî 9,8; Brîtanya ji sedî 8,3; Îtalya ji sedî 8,5; Beljîka ji sedî 6,6; Almanya ji sedî 5,5; Holand ji sedî 4,8, Awistirya ji sedî 4,1.
Di hundirê sala dawî de ji 27 welatên YE’yê li 15 welatan rêjeya bêkariyê ber bi jor çû, li 12 welatan jî daket. Di rêjeya bêkariyê de welatên ku daketina herî mezin jiyane wiha ne: Estonya ji sedî 4,8; Letonya ji sedî 3,1; Lîtwanya ji sedî 3,3.
Li Almanyayê rêjeya herî daketî ya 20 salên dawî ya bêkariyê hat tomarkirin. Betaliya ku di hundirê mehekê 20 hezar daket, hat li 2 mîlyon û 913 hezaran rawestiya.

Rêjeya bêkariyê di nav temên bin 25’an de li gorî sala par bi zêdebûna 220 hezaran gihişt ji sedî 22. Rêjeya bêkariyê ya jinan li gorî mêran 2 zêdetir bû. Rêjeya bêkariyê ya mêran/zilaman li herêma Euroyê bi zêdebûna ji sedî 0,1 gihişt ji sedî 10’han, ya jinan jî bi zêdebûna ji sedî 0,2’yan gihişt ji sedî 10,6.

ANF/BRUKSEL