Li bajarê Hollandayê Arnheimê, bi armanca şermezarkirina tecrîdê meşek hat lidarxistin. Bi qasî 500 kesên beşdarî meşê bûn, Komkujiya li Qamişloyê jî şermezar kirin.

Girseya gel li ber stasyona trenê ya navendî civiya, dirûşmên “Terorîst AKP”, “Terorîst DAIŞ“, “Bijî Serok Apo” gotin. Di daxuyaniya li meydana çalakiyê de hat ragihandin ku heta agahî ji Ocalan bê girtin û Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.


Li Îtalyayê doza azadiya Ocalan

Li bajarê Îtalyayê Torînoyê, komeke ji Kurd û dostên Kurdan bi heman armancê li meydana Castello civiya. Seroke Komeleya Kurdistanê ya Verso, Antonîo Olîverî li vir axivî û xwest, tecrîdkirina Ocalan derhal bê rakirin û destûr bê dayîn parêzer karibin wî bibînin. Olîverî diyar kir ku bi vî rengî pêşî dikare li demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bê vekirin. 


Li seranserê Fraseyê Kurdistanî li meydanan bûna

Kurdistaniyên li bajarê Franseyê Toulouse, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li meydana Capîtolê civiyan û diyar kirin ku agahînegirtina ji Ocalan, bi taybetî piştî hewldana darbeyê, fikar zêde kirine. Çalakgeran bê navbera dirûşma “Bijî Serok Apo” got.

Li Marsîlyayê jî Kurdistaniyan li meydana Canebîerre  çalakî li dar xist, tecrîdkirina şidandî ya Ocalan û komkujiya li bajarê Qamişloyê şermezar kir.

Di axaftinan de hat gotin, heta Ocalan azad bibe wê çalakî dewam bikin.

Piştî çalakiyê, komekê bi rengekî komî name ji Konseya Ewropayê re şand.

Li bajarê Franseyê Rennesê bi pêşengiya Komeleya Jinê Zîn û Civaka Demokratîk a Kurdan li Rennesê, meşek hat lidarxistin. Bi qasî 500 kesî ji meydana Colombierê dest bi meşê kir. Partiya Antî Kapîtalîst a Nû, Partiya Komunîst a Ciwan jî destek dan çalakiyê û xwestin tecrîdkirina Ocalan bi dawî were. Di çalakiyê de ji bo ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bên şandin, îmze hatin komkirin.

Li bajarê Reimsê jî Kurdistanî li ber stasyona trenê kom bûn bi çalakiyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Qamişlo protesto kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku tecrîdkirina Ocalan û qetlîama Qamişloyê nayê qebûlkirin û heta ku Ocalan azad bibe wê çalakî  dewam bikin.


Li Elmanyayê Kurd li meydanan bûn

Li herêma Pînneberg a Hambûrgê, Kurd saet 16:00´an li ber avahiya şaredariyê civiyan û fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bi lêv kirin. Kurdistaniyan xwest tecrîdkirina Ocalan derhal bi dawî bibe. Lê belê çeteyên Erdogan ên li aliyê din ê kolanê bûn xwestin êrişî çalakgeran bikin.

Piştî ku Kurd li hemberî vê hewldana êrişê rabûn, polîsan jî bi kûçikan dest li koma êrişkar werda.

Li Kasselêjî Kurdistsaniyan tecrîdkirina Ocalan û qetlîama Qamişloyê protesto kir. Mîtînga ku ji aliyê NCKD a Kasselê organize kir, êvara şemiyê li Konîngsplatzê dest pê kir. Komkujiya DAIŞ´ê li Qamişloyê pêk anî jî di çalakiyê de hate protestokirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN