Xebatên HDP'ê yên li Ewrûpayê dewam dikin. Komeleyên ser bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo qeydkirina hilbijêran û teşwîqa dengdanê, xebatên xwe yên agadarkirinê dewam dikin. Di vê çavçoveyê dehevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û rojnamevan Halîl Dalkiliç ji bo hilbijêrên li bajarê Elmanya Bonnê û derdora wê, li bajarê Troîsdorfê civîna gel li dar xistin.
Statuya Kurdan li Başûr û Rojava tesîrê li Bakur jî dike
Di civîna bi moderatoriya Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Bonnê Sevda Turkmen de, rojnamevan Halîl Kiliç got, hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê ji hilbijartinên heta niha hatine kirin cudatir, encameke siyasî bi xwe re bîne. Dalkiliç anî ziman ku ev hilbijartin wê rêveçûna rejîmê diyar bikin û weha peyivî: "Hem Rojhilata Navîn hem jî Tirkiye bi guhertineke cidî ya siyasî re rû bi rû ye." Dalkiliç da zanîn ku statuya Kurdan a li Iraq û Sûriyeyê wê yekser bandora xwe li Tirkiyeyê jî bike û got, "Ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn Kurd wê êdî razî nebe bê statu bimîne."
'Tevgera azadiyê pêşenga demokratîk e'
Dalkiliç weha dewam kir: "Eger HDP di hilbijartinan de serketî be û AKP qels bibe, li şûna rejîma sûltaniya despotîk a Erdogan xeyala wê dike, wê pêşî li Tirkiyeya demokratîk a her kesî hembêz dike, vebe. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna xwe bi pêşengiya jinê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, hemû gelên herêmê ji hovîtiya DAIŞ'ê parast. Di heman demê de li avabûna jiyaneke demokratîk a li Rojhilata Navîn jî pêşengiyê dike."
'HDP'ê her kesî himbêz dike’
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî der barê asta amadekariyên hilbijartinên giştî li Elmanya de agahî dan û xwest ku qeydkirina hilbijêran bi tenê ji komîsyonên hilbijartinê re neyê hiştin, her kes di vî warî de xwe berpirsyar bibîne. Koç got, ji bo xwe bigihînin 300 hezar hilbijêrên li Elmanyayê girîng e kar were meşandin û destnîşan kir ku ne zehmet e ew xwe bigihînin armanca xwe. Koç di dewama axaftina xwe de got, "Hemû derdor elaqeyeke mezin nîşanî HDP'ê didin. 57 rêxistin û saziyên koçberên Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê biryar dan destekê bidin HDP'ê. Rêxistinên Elewiyan, piraniya komên çep û rêxistinên Kurd biryar dan destekê bidin HDP'ê. Projeya HDP'ê her kesî hembêz dike, lewma divê her kes ji bo vê bixebite." Piştî axaftinan Hozan Cewad hunera xwe pêşkêş kir.
Li Uppsala komîteyên hilbijartinê
Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Uppsalayê ji bo di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destekê bidin HDP'ê, di asta herêmî de komîteyên hilbijartinê ava kirin.
Dora avakirina komîteyê pêr a Kurdistaniyên li semta Graenby bû. Kurdistaniyên li vê semtê, li hev civiyan û destnîşankirin ku bihurîna HDP'ê ji benda ji sedî 10 a hilbijartinê, ji bo serketina pêvajoya aştiyê û pêknehatina dîktatoriyê li Tirkiyeyê, neçarî ye.
Bi bîr û baweriya 'berpirsyarî dikeve ser milê her kesî' ji bo destekkirina HDP'ê biryar hat dayîn komîteyeke hilbijartinê were avakirin.
Komîteyê biryar da ku 31'ê Gulanê, ji bo hilbijêrên Kurd, Tirk, Laz û Suryanî yên li Stockholmê dengê xwe bidin HDP'ê rêzeçalaiyan li dar bixe. Endamên komîteyê diyar kirin ku di destpêkê de ew ê malên Tirkiyeyiyên li taxê ziyaret bikin.
Kurdistaniyên li Swêdê agahiyên li ser bikaranîna dengan dikarin ji navnîşana li jêr peyda bikin: www.hdp2015.com
BONN / UPPSALA